Şêx Seydayê Hecî Mûsa (1883 – 1963)

Konê Reş

Bi rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan Hawar û Ronahî û hatina hikumetên erebî di sûriyê de sala 1946an, ew nivîsandina ku bi zimanê kurdî hebû, qedexe bû. Ne wilo tenê jî, tev nivîsandinên bi zimanê erebî, li dor Kurd û Kurdistanê qedexe bû.. û wiha bi demê re gelek ji pêmayê me nehat nivîsandin û parastin wiha jî beşekî mezin ji dîroka me kurdên Cizîrê a devikî bi kalemêr û pîrejinan re çû gorê. Di encam de gelek ji dîroka me bi koçkirina wan re winda bû..

Wek ku diyare, dîrok kilîta rojên ayinde, An paşerojê ye. Eger em Kurdên Rojava xwedî paşeroj bin, gerek dîroka me hebe, em xwedî dîrok bin û pêwîste em li dîroka xwe bigerin, bidin hev û tomar bikin.. Bêguman, ew Feqe, Mele û Şêxên ku di hicrik û tekiyan de destxetên wek dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Şêx Ehmedê Xanî, dîwana Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî ji bo me parastin û pêre jî zimanê me parastin, ew peşek in ji dîroka me.
Di baweriya min de, roja îro li gor derfetên ku ji me kurdên Rojava re hene, parstina navê wan, parastina ziman û beşekî ji dîroka me ye. Di vê mijarê de, wek a ku berî çend rojan min li dor Mele Îbrahîmê Tilşiîrî belav kir, bi min xweş e ku îro jî, ez Seydayê Hecî Mûsa bi we bidim naskirin.
Seydayê Hecî Mûsa kî ye?
 Ji şêxên rêçika Neqişbendî yên naskirî ye, bi koka xwe ji malbata Seyidên Bêcirmanî ye. Ew di sala 1883 an de li Kurdistana bakur çêbûye, li pey xwendina olî di gelek hicrik û dibistanên olperestiyê de xwendiye.. Piştî ku xwendina xwe bi serketin bi dawî aniye, wek Melakî 12 ilmî li beriya Mêrdînê meletî kiriye û feqe perwerde kirine.. Nexasim li gundê Nicim ku dor 30 feqeyên wî hebûn.
Paşê, bûye yek ji xelîfeyên Şêx Ehmedê Xiznewî û di nav kurdên Serxet û Binxetê de hatiye naskirin. Di pey re, ji ber hin probleman di navbera wî û mala Şêx Ehmedê Xiznewî de, wî bi tena xwe rêçika Neqişbendî ji gundê Sîha Mivred bi rêve biriye û belav kiriye û wiha gelek murîd û sofiyên wî ji kurd u ereban çêbûne û gotina şêx li navê wî zêde bûye û jêre hatiye gotin Şêx Seydayê Hecî Mûsa.
Ew di 13 sibata 1963 an de li gundê xwe Sîha Mivred, ku 30 Km başûrî Qamişlo dikeve, koça dawî kiriye û lê hatiye veşartin.
Şêx Seydayê Hecî Mûsa ji şêxên Kurdan yên Kurdperwer bû. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.

Konê Reş, Qamişlo, 10.02.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…