Werger: Heyder Omer Divê em, çi tekekes û çi tevgerên rêzanî, li hember xweyîtiyê wêrek bin, xwatirsaxî û bazdanê sûd nîne. Aloziya me ya herî bingehîn ew e, ku (em miletekî kolonî (bindest) û welatekî dagîrikirî ne); ango heya îro jî em miletekî bazdayî ne, ne tenê li gor miletên pêşketî, belê li gor miletên paşvemane jî, ew miletan hema bi kêmanî serxwe bûne, û dewletên xwe damezirandine, lê em?! Em ne ev in, û ne jî ew in, em hîna jî, bi destên rêjîmên dagîrkeran, pêrgî bobelatan dibin, ji ber ku me sîbera parêziyê (dewleta kurdî) nîne. Divê em li gor vê rastiyê ramana xwe ya netewî bipelînin (lêkolîn bikin).
Aloziyên ramana me ya netewî:
Ramana netewî ya milet di gotin û kirinên du guropên entlcêsiyayê de diyar dibe, ew du guropan jî rewşenbîr û siyasetmedar in. Di lêkolîna buhurî de (xelek 24) hatibû diyarkirin, ku du rewşenbîrên me berztirîn damezrênerên ramana me ya netewî bûn, ew jî Şerefxanê Bedlîsî (1605 zmiriye) û helbestvan Ehmedê Xanî (1650 – 1707 z) bûn, û gava em li rêveçûna ramana xwe ya netewî hûr bibin; ji destpêka sedsala nozdemîn de ( dîroka destpêkirina şoreşên kurdî yên nû), dê sayî diyar bibe, ku ramana me ya netewî – li gor armancên, ku Bedlîsî nîşan kirine, û Xanî jî dupat kirine; ango Kurdistana, ku ji bo miletê Kurd, welatekî yekbûyî ye, û hebûna rêvebiriya netewî, ku gelê Kurd bide ser hev, û divîtiya damezirandina dewleta kurdî – ber bi pêş ve neçûye.
Di her du sedsalên nozdemîn û bîstemîn de, evan cûreyên ramanan li ser ramana me ya netewî destladar bûn:
Ramana êlîtî sofînîzmî: Ev cûreyê ramanê berdewamiya tevlihevbûna çanda mêldariya êlîtî û ya tevgera sofînîzmê (neqişbendî û qadirî) bû. Rast e ku hilgirên vî cûreyê ramanê ji nirxên gewre (wêrekî û lehengî û canfîdayî) ne bê par bûn, lê ewana, di warê piratîkê de, bûbûn qurbana pûnijiya siwe û şêweyê destpêkî û helwestên lezok û kurtiya hulmê.
Mirov, kî dibe bila bibe, kurê nîrên xwe ye, û êkologiya çiyayî û jiyana şivantî ya gundîtî, û tevdîrên faşîzm yên dagîrkeran, û bermayên mîrata ayînî hukarî li hev kirin, û ramana êlîtî û sofînîzmî peyda kirin; ew jî awayekî ramanê bû, ku nikarî hilkişiya asta aloziya me ya mezin (miletê kolonî û welatê dagîrkirî), û nikarîbû ne neyêniyên me yên civakî diyar bikirana û ne jî karîbû, ji warên zanînê û civakî û polîtîkî û dîplomatî de, hilkişiya asta hemdem, vê lomê hemî raperîn û şoreşên wan têk çûn, lê tevî vê jî ewana agirê şoreşê di dîroka me de gumreh kirin, û helwestên lehengane di bîriya me ya netewî de herhey hêştin, pê re jî ewana mafdar in, ku em bi rêzdarî bejnên xwe ji bo wan ber bi jêr de bikin.
Raman navdewletî îslamî: Rehên vî cûreyê ramanê berdewamiya êdologî ya tevgera (birayên misilman); xwediya egendeyên (Dar El-Îslam) e. Ma rêvebirê berê yê tevgera birayên misilman; Mihemmed Mehdî Akif Misir û bavê Misirê û xelkên Misirê riswa nekirin, û negotibû: “Tuz di Misir de û di bavê Misir û di yên li Misirê de ?”. Yanê ewana hemî ne bi du qurişan e. Her weha ev cûreyê ramanê bermaya tevgera pêşiyê (selefî) ye, û ji xwe berê dijîtiya pirojeya kurdistanî rizgarî dike, û saloxana (misilman birayên hev in) hil dide, û Kurd jî, li dirêjiya 14 sedsalan ji her warên çandî û polîtîkî û aborî ve zorbar man, heya ku di dema dewleta eyyûbî de, ku 80 salî hukumdar bû, dîsan Kurd nebûn xizmetkarê xwe, lê xizmet îslamê û gelên rojavayê Asiyayê kirin.
Xwediyên ramana îslamê hebûna dewleta kurdî napejirînin, li ba Siniyan (dewleta xîlafetê) xema yekemîn e, û li ba Şîiyan (dewlwta îmam / pêşmirov) qisaweta yekemîn e.Têgeha (welat) li ba ramana îslamê wateya xwe ya netewî wenda dike, û di têgeha (dar El-Îslam) dijberî (dar El-Kufur) de tê pişaftin, vê lomê Kurdistan, bi nerîna Kurdê misilman, bê nirxê welatî û netewî ye, bi ser de jî welatên, ku perestgehên îslamî pîroz lê hene, wek (Mekke, Medîne, Necef, Kerbela û Qum) bi nerîna Kurdê misilman bi pirî ji welatê wî giringtir in, û ew her amadeye, ku bibe qurbana wan bajar û welatan, bê ku xemxwerê rizgarkirina welatê xwe be.
Ramana navdewletî ya zanistî: Rehên vê ramanê berdewamiya felsefeya hevbeş ya komonîst, yan jî ya felsefeya lîberal a demikratîk e. Ev her du felsefe, ji warê têorî de, berxwekêş in; gelekî baş e, ku gel bira û hevtewaw bin, ji dêvla cengan û kavilkirina destkeftiyên şaristaniyê, di pêşvebirina şaristaniyê de hevpar bin! Ji berî bêtirî du sedsalan, hinek fîlozofên Ewropayê, Imanuel Kant (1724 – 1804 z) jî di nav de, banga (dewleta gulobal) û ramana (hemwelatiya cîhanî), wek dermanê nexweşiya cengên miletan, hil dan(1).
Lê gelo, çi karînên bidestxistina vê xewna navdewletî hene? Karîna pejirandina vê xewnê li ba çend gelan heye? Va ye du sedsal di ser Immanuel Kant re têper bûn, ka Ewropayê çiqas karîbû dewleta gulobal damezirîne? Ma me nedît ew gelên, ku di çarçewa (navdewletiya komonîst) de bûn, gava hêza Hevgirtina Sovêtê, di dema hukumdariya Gorbaçov de sist bû, çawa bi lez serxwebûn ragihandin?! Ma ne (Hevgirtina ewropî) dawîtirîn tiştê, ku Ewropayê di vê çarçewê de pêk kanî ye, ew jî hevgirtineke aborî ciyopolîtîkî cudayî dewleta gulobal e?. Ma ne gelê Skotlenda yê ewropî, roja pêncşemê 18. 09. 2014 di dengdana serxwbûnê de wê hema hema bi serketa?
Ew in tevdîran, ku li Ewropayê qewimîne: Eger em berê xwe bidin rojhilata navîn, emê çi bibînin? Gelên rojhilata navîn, li dirêjiya 14 sedsalan, bûbûn qurbana çand û polîtîkên şovenîst, ku bi saloxanên îslamê hatine pêçan. Kurd di vê rêveçûnê de bêtir bi paşve man, û ji warên çandî û civakî û polîtîkî û aborî de bêtir perçe bûn. Di sedsala bîstem de hizrên şovenîst û dirinde ser didanên xwe vedan, ev yeka bi hinek tevdîrên polîtîkî diyar bû, ku xema wan yan yekemîn ew e, ku miletê Kurd ne tenê bavêjin dervayî dîrokê, belê bi ser de jî bi carekê ji holê rakin. Gelo dê çi pend be, ku em miletê xwe bikin mişkên ezmûnan, û dermanên ku li dirêjiya dîrokê têkçûne, bipelînin? Ma ev bobelatên, ku car caran bi ser me de tên, ne bes in?.
Nakokiya Vînan:
Gelo, a naha rewş çawa ye? Piştî ku tu tişt di destên hizrên faşîst de nema, ku pirojeyên xwe yên dagîrkirinê û împertorî pêk bînin, ewana ji nû ve vegerîn sîbera îslamê (sune û şîe), û ramaneke netew-ayînî faşîst û dirinde afirandin; Li Îranê şofenîstên Faris li pêla îslama şîî (dewleta îmam) siwar bûn, û şofenîstên hatine erebkirin li pêla îslama sunî (dewleta xîlafetê) siwar bûn, û şofenîstên Turk, ji Erbekan de bigir heya bi Erdoxan, li pêla îslama sunî, ku dibêjin îslama naverast e, siwar bûn.
Encam çi bû? Va ye hûn dibînin, ku rojhilata navîn bû ye daristana lawirên tund, tarîperest û tundewer (terrorîst), hemî helwest û nirxên mirovane dane hêlekê, û saloxanên navdewletî hil didin, lê realîte jî ew e, ku egendeyên şofenîst û kîndar li ser miletan, di pêşî de Kurd, dixebitînin, ji ber ku Kurdistan, li hember pirojeyên êdologî dirinde, kendalê herî xurt e.
Li ber ronahiya vê rastiyê, divê talana, ku çeteyên tarîperest îro bi ser Kurdan de li başûr û rojava Kurdistanê dibin, were lêkolînkirin, û gava diyar bibe, ku Kurd li rojhilat û bakur jî ketine riya rizgarkirina Kurdistanê û avakirina dewleta kurdî, dê wan herêman jî talan bikin.
Ey gelê Kurd! Mamosteyekî cenga nû; Carl von Clausenwitz / Karl fon Klawzinvîtz (1780 – 1831) gotiye: “Ceng nakokiya vînan e, her aliyek dixwaze vîna xwe bi yê din bide çespandin”(2). Miletê Kurd nûka bû ye qurbana cenga vînan, çêkerên êdologiyên dirinde faşîzm û tarîperest, bi çandekê hatine perwerdekirin, ku şerm e mirov wê çandê û ya serdema kevirî dide ber hev, ewana xemxwarên wê yekê ne, ku miletê Kurd ji vîna rizgarkirinê bê par bikin, û nehêlin ew dewleta kurdî damezirîne.
Ey gelê me! Sala 2001ê şalyarê bervedêrî yê Emerîkayê gote General Franks: “Ka em guropeke, ku karibe bipûnije, tenê bipûnije, bidurvînin (çê kin)”(3). Ez jî wê gotinê dubare dikim, werin em bipûnijin, û li ramana xwe ya netewî hûr bibin, werin em vê ramanê bi pêş ve bibim, û li gor aloziya me ya bingehîn (Miletê kolonî û welatê dagîrkirî) damezirînin. Eger em wusa nekin, çandên dirinde û rêjîmên talanê dê bê dilovanî me bikujin.
Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
Jêder û çavkanî:
(1) Hîns Zenkoler: El-Mîsaliyye El-Elmaniyye, cild 2, rû 517. (Ramanbîrê elmanî Fichte (1721-1814) jî xwediyê mêldariya cihanî û yekrina welatan bû, lê gava Napilyon Bonabert (1769-1821) da ser Elmanya, Fichte dest wê ramanê berda, û bû netewperstê tund. Her weha helbesvanê firansî Victor Hugo (1802-1885) jî ji bo hemwelatiya cîhanî û rakirina sînoran ji navbera welatan çalakvan bû, û nameyek ji kongira aştiyê re, ku sala (1869ê) li Lundunê hatibû girêdan verê kir, jê xwast ku ew kongir biryara yekirina welatan bide, lê gav piştî wê kongirê, hema bi salekê, şer di navbera Firansa û Elmanyayê de pêk hat, Hugo dest ji wê ramanê berda, û helbestên coş, ku giyanê welatperwerî gumreh dikin, nivisandin. Biner pirtûka me: Feqî Tîran, jiyan û helbest û helbestvanî. Bi zimanê erebî, rû 85, 86. Wegêr).
(2) Mihemmed Hesenên Heykel: Senewat El-Xeleyan (Salên Kelandinê), rû 55.
(3) Bob wozword: Xutet El-Hucûm, rû 61.