Li Sûriyê!…. Çar Salên Xwînî !

Rozad Elî *

Çar sal derbas bûn û gelê Sûryê li pêş çavên civaka navnetewî di xwîna xwe de digevize. Şerê navxweyî ter û hişk daye ber xwe dişewtîne û welêt serûber wêran dike.
Li gora amarên dezgehên navdewletî, di van çar salan de dora 300 hezar mirovên Sûrî hatine kuştin. Jê derdora 225 hezaran kesên sîvîl û çekdarên rikberê ne, û dora 75 hezarî jî leşkerên dewletê û milîsên pê ve girêdayî ne. Amar didin xuyakirin jî ku bêtirî milyonek kes birîndar bûne, û rêjeyek bilind ji wan ketine rewşa kêmendamtiyê û pêdviyên taybet jê re gerek in.

Amar dibêjin jî, ku dora yanzde milyon welatiyên Sûrî ji cih û warên xwe hilbûne û bûne penaber; jê dora pênc milyon û şeş sed hezarî li hundirê welêt belav bûne û bêtirî çar milyonan jî li paş sînoran bûne penaber. Piraniya wan penaberan xanî û arzûyên wan wêran bûne, karûbar kavil bûne û bi kelûpelên dezgehên hawarçûnê dijîn.
Serhejmar dibêjin jî, ku nêzîk du milyon zarokên Sûrî bê xwendin û li derveyî dibistanan mane, û bi sed hezaran xwendekarên hemî astan , ji xwendinê dûr ketine.
Di warê xizmetguzariyê de jî, piraniya welatiyan ji gelek pêdviyên xizmetguzariyê bê par mane, mîna kehrebe, av, xwarin, xizmetguzariyên din û jiyaneke pir dijwar derbas dikin. Ji bilî ku dora 450 hezar kesî di bin dorpêçkirineke zor giran de ne, û pêdviyên jiyanê yên bingehîn peyda nabin û bi mirinê re rûbrû ne.
Li roja ku ew çend xwepêşanderên destpêkê li kolana Hemîdiyê li bajarê Şamê meşîn û banga azadî û demoqrasiyê kirin, bê guman wan bi niyazeke pak û dadwerî banga xwe hildan; wan guman ne dikir, ku sazûman li şûna ku bi çavekî hişmendî û erênî li wan daxwazên rewa binêre, ewê bi siyaset û kiryarên xwe yên çewt û dûrhişî, Sûryê bajo ser kortaleke ji êgir û barûtê.
Ji destpêkê de sazûmanê xwest, ku ew çalakiyên gelêrî yên aştiyane bi aliyê çekdariyê de têvede, da behane bikevin destê wê, û ew jî çekan bi şêweya ku dixwaze bi kar wîne. Li wê demê hinek komên rikberê yên sergerm û destine derve jî, ji bo wê pilanê bûn alîkar, û herwiha pilana sazûmanê bi cih hat û Sûryê bi tavahî bû meydana ev şerê qirêj û demdirêj.
Roja îro, piştî çar salan ji şer, û piştî ewqas qurbanî, kavilî, penaberî û wêrankirina jiyanê li seranserî Sûryê, roja îro hemî aliyên şer, sazûman, rikber û dewletên li paş wan jî, dupat dikin ku di ev şerê navxweyî de kesek wê bi ser nekeve; gihîştine wê baweriyê jî ku çareserî tenê wê di riya hevpeyvîn û lihevkirin û çareseriyên siyasî re be.
Lê zor mixabin, derfetên çareseriyê yên ku berî çar salan hebûn, îro bi hêsanî bi dest nakevin. Eger li wê demê rikber û sazûman bi serê xwe bûn, û kanîn biryarên xwe bi xwe bistandana, roja îro gelek dest ketine nav qeyranê û çareseriyan jî.
Ji bilî ku ev şerê çar salan, birînên pir kûr di civaka Sûrî de vekirine û her rojê kûrtir dibin û dizengirin; wan civak bi gelek tiştan ji hev perçe kirine û hîn jî berdewam in, nîvê welêt bi xelkê wê ve şerpeze kirine û nîvê din jî kirine dîl û bêçare. Lê tiştê herî giring û xedar serîhildana nakokiyên bineolî Sunne-Şî`e ye. Her du aliyan, sazûman û rikberê, destê xwe avêtin ew pirsa pir nazik û kirine xizmeta armac û berjewendiyên xwe û gelê Sûryê dajon ser qedereke zor xirab.
Sazûman jî dizane û rikberî jî dizane, ku gelê Sûrî her katê û her rojê buhayeke pir mezin ji xwîn û paşroja xwe dide. Pir gerek û pêwîst e jî, ku hemî aliyên ev şerê navxweyî yê qirêj li xwe vegerin, şer rawestînin û dest bi hevpeyvîn û danûstandinan bikin.
Zor pêwîst e jî, ku hemî derfetên çareseriyên aştiyane, çiqas biçûk bin jî, bi erênî werin birin, ji pilana De Mêstora û hevdîtinên Mosko de bigire û ra digihê Kongireyeke Cinêvê ye din. Yan jî Sûryê wê ji dest hemiyan here, bibe gola têrora navdewletî û bi dehan nîv dewlet, rub dewlet, dewletên bajar û gundan wê mîna balûkan lê derkevin. Ev jî ne li gor berjewendiyên herêma Rojhilata Navîn û cihana pêşketî ye; û bêguman ne li gor berjewendiya gelê Kurd e jî, çinkî em bixwazin û nexwazin, em Kurd wek gel û doz, xelekeke lawaz in di ev rewşa Sûriyê ya pir aloz de. Û em ji hemiyan bêtir dozdarên aştî û aramiyê ne.
* Rojnama Newroz – hejmar / 108 / –   Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…