Pirtûkxaneyek me bi Koçkirina Hecî Ibrahîmê Çêlkî re Şewitî

Konê Reş

Doh (04.05.2015), kalemêrê kurd yê orjînal Hecî Ibrahîmê Çêlkî, ji temenê 83 salan li Qamişlo koça dawî kir. Di eynî rojê de, termê wî hat guhestin gundê Dugirê û ew di goristana welatparêzên kurdan de hat veşartin.
Ew, kurê Remê Hecî Osman e, di sala 1932an de li gundê Çêlka Eliyê Remo çêbibû. Di 20 saliya xwe de xwinlî bibû û hatibû Binxetê, bibû yek ji akinciyên bajarokê Tirbesiriyê, vê paşiyê mala xwe guhestibû bajarê Qamişlo û jiyana xwe lê derbas dikir.. 

Hecî Ibrahîmê Çêlkî, wek pirtûkxameyeke kurdî ya li ser du lingan bû. Ew di nav eşîrên çiyayê Bagokê de mezin bibû, koka eşîran, bavikan û axayên wan xweş nasdikir.. Mêraniya wan, bêbextiya wan û qenciya wan çak bihîstibû.. û xweş zanîbû, mala mala Eliyê Remo kî ne, mala Ismaîlê Werdê çi kesin, mala Haco ji ku hatine û çi eşîrin.. Fillehên Raîtê kî ne.. Hevêrka Eşîre an herême..
Her ku min ew didît, min gelek pirs jê dikirin, wî jî bi kêfxweşî bersiva pirsên min dida û şaşiyên min rast dikirin.. Ew dîdevanê (Şahidê), sed salî bû ji bûyerên herêma Hevêrka û çiyayê Bagokê û bûyerên ku di nav kurdên Binxetê de qewimbûn.. Ew mîna ferhengekê bû ji çîrok û serpêhatiyên kurdî yên orjînal.. Di baweriya min de bi koçkirina vî kalemêrê kurd Hecî Ibrahîmê Çêlkî re pirtûkxaneye me hat şewitandin.. Yezdanê mezin wî bi dilovaniya şad bike, cihê wî buhişta rengîn be, serê malbata wî sax be û serê gelê kurd sax be.

Konê Reş, Qamişlo roja 05/05/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…