Du Helbest; Deng û Poş

Hesan Elî Îssa
 
(1) Deng

Xot deng e 
Qîz çira ye 
Çira tê dîtin 
Deng tê bihîstin 
Ev cirîda birûsk û tava ye 
Tav; guregure û deng e

Birûsk şeqeşeqe û şewq e
Tav; siwara Yezdan e
Birûsk; qamiçiyê Xwedan e
Cirîda birûsk û tavan e
Çelengiya qîz û xortan e
Ji nav erwa, birûsk û tav vedan e
Di nav mitêla qîz û xortan de kêferat e
Cirîda deng û çira ye
Deng; deng dide
Çira; şewq dide
Çira li pêş e, deng li paş e
Deng sax e, şewq yaxe
Xort deng e, qîz çira ye
Hawê dinyayê wa ye.

(2) Poş
Bêhna misk û enber, ji te nayê guldixar!
Şûr di kalan de, na çirisîne siwar!
Hespê şê nabe çî, nekeve cirîd û şeran!
Gav bi gav paş de, poşê te xurte beran!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...