Daristanên Zeytûnan


Nizar Yosif

Li ber birîndîmen ên sirûşt a te
Leke li rûkê dîrok a mafwindaker dikevin
Bûk a di çeperê de xeman girtî
Wijdan ên herkesî ji te re razayî ne
Hemî çav di derbarê te de kore dibin
Şihîn* ên maf ji wekhevî dikevin
Derewên bêdengiyê bi beloqî rûdarin
Pê û destên me ji ked ê
Di zuhaya axê re zîl dane
Bi av a mirovên xwe
Darên meyweyan ji nem ê di çirisin
Çavkanî bi hemî rengan
di demarên me re diherikin
Siberoja vî welatî
ji mejiyê hestûyên xwedanan zîl dide
Gezû yê peldaran
ji xunava rûkê zarokan şirîn dibe
Ev e mîrate û ezmonên ku me
Ji bab û babpîran wergirtîn
Xweşikatiya xwezaya vê Behiştê ye

Em li ber Siha giyanê pakrewanan dijîn
ji dilopên xwîna wan
momên me ronî didin
Me bi gorîdanê ve perçûm dikin
Buha yê jiyana kurdayetî girane!
Vegirtina Kon ê reşe
Şoret* ên darbestanin
Em di îskên zayînê yên dawî re derbas dibin
Niştevano li daristanên Behişt a Eden hayedarbin
navê sirîn ê kurdistane.

16.01.18

_____________________________________________________  
Şihîn : Mêzîn
Şoret : Qêr û halan   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…