Şengal Birîna Nêmgirtî

Bavê Zozanê
Şengal, navê romana nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Luqman Silêman e, ku îsal (2018) li Amedê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya J&J ve hat çapkirin. Ev roman ji 317 rûpelan pêk tê ji qetên navîn, bi pêşgotina Dilnas Berazî ku di 10.11.2017an de hatiye nivîsandin.
 
Roman bi zimanê Kurdî, bi zaravê Kurmancî hatiye nivîsandin, ku nivîskar bi xwe jî ji nişteciyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, lê ew vêga li Almanyayê dijî, wî jî di vê pêla dawî de ji ber krîza Sûriyê dev ji welêt qeriya û koçber bû.
Navê romanê Şengal e ji xwe em dizanin Şengal çi ye, Şengal dîroka gelê Êzdî ye, Şengal birîna şûna devê hezar û çarsed şûrî ye, Şengal birîna ku bi heftê û çar kêlan hatiye dirûtin û hîn kul e, hîn qemûşk negirtiye. Şengal ji gundê girê qirşa dest pê dike û wek tofana Nûh li ti deverê nasekine.
 
Di serî de divim bêjim ku roman pir babetan hildigire, pir nerînan gengeşe dike, pir êşan berçav dike, pir birînan derman dike, pir helwestan gotûbêj dike. Lê ez dikarim bêjim ku roman li ser du stûnan, li ser du ramanên sereke ava dibe, stûna yekem riswakirina zilm û zora DAIŞê ye tevlî şermezarkirina karên wan ên hovane. Stûna duyem jî berçavkirina mêraniya miletê Şengalê ye.
 
Bi rastî daner baş wêne û bûyer û qirêjî û gemara DAIŞê di romanê de berçav kiriye ji destdirêjiya ser jinan, ji qutkirina tiliyên mêran, ji fetisandina bi qomê, ji jêkirina qetê goştê zarokan, ji xwarina goştê wan ê xav ku bi zor didane dayikên wan, ji çi û ne çi….çilo xwînê ji destên wan davêt dema ku wan hovan tilîkên wan li ser tep didanî bi mîkut û kêrê dibirrîn di bin siya Allah û ekber de ku gunehên wan çima rahiştibûn tizbiyan, wisa erd û ezman dihejiya lê Şengal bi tena serê xwe belkî bê Tawisê melek jî dima dev li ken û serbilind mîna hemî çiyayên Kurdistanê, bi rastî ev tenê filmekî sînemayê jê çêdibe.
 
Di vir de li ser vê stûna yekem ez dikarim bêjim ku daner baş bi serketiye ku eyb û arên wan rengmirovan hemî kêm ne zêde berçav kiriye. Wisa jî di stûna duyem de, ji xwe wan her sê kalan xwediyê tilîkên jêkirî efsaneke bêhempa di dîrokê de çandin. Helbet mêraniya Kurdan jî ji xwe ew çiyan ew zinar ew lat ew çem ew av ew dar û ew zevî ew gulên berbero ku timî li horê dinêrin hiştiye devê Cûdî û Zagros wisa timî li ken bin.
 
Naveroka romanê xirecirek têde heye, qerebalix têde heye, wêneyên berçav têde hene, toza ku ji ber lingên wan gelxajo û rêgînan – tirmbêlan- radibe te dixe nava wê hawîrê de carna ew mirina ne wek mirinê tu dengê kenê wê dike, hêsirên wan dayikan rûyê te şil dike bê hemd ji wan leheng qîzan re tu dibêje aferîn.
 
Xwezî nivîskar Luqman Silêman ewqasî barê xwe giran nekiriba wisa jî di berê seda xwe de ewqasî fireh neçûba, ji vê jî li gor nerîna min xwîner bi xwe re diwestîne, carna babet di serê wî de tevlî hev dibin, vêce mafê wan lehengên windayî winda dimîne. Nivîskar nagihe ku bûyerekê baş zelal bike, hê wisa a din tevlî wê dibe, ji vê jî carna xwîner navan jî bîr dike, wisa bêtirî caran jî daner ser zimanê kesên romanê dipeyve, xwezî hiştiba ku ew bi xwe bipeyviyana, bawer im wê roman hîn xweştir bûba.
 
Zimanê romanê bi zaravê Kurmancî yê devara Qamişlo ye, carna nûser zimanê xwecihî bikar tîne, ji xwe ti pîvan nînin ta ku em bêjin kîjan peyv rast e, mane ew zimanê akademî yê resen hê di nava me de nerûniştiye, ji xwe ta niha jî em nizanin bê ka çend tîpên alfabeya me hene, hin dibêjin 31 tîp in û hin (H-X) du pontan li ser wan dideynin vêca alfabeyê dikin 33 tîp, wisa jî hin ( L””””””””-K””””””””-P””””””””-T””””””””) pêk tînin vêce alfabeya me dibe 37 tîp!
 
Şaşiyên çapê pir hene, herwiha yên rêziman wisa jî pêş û paşkirina hin hevokan ku hatiye zanîn pêşî peyva kurt piştre ya dirêj di hevokê de tê nivîsandin, xwezî lêvegereke taybet li romanê bihata kirin, paşê bihata çapkirin, tê xuyakirin ku edîtor û sererastkerê çapxanê ne Kurd e ji ber ku şaşîtî di wan tîpên xisal yê Kurdî de pir in ta carna peyv bi xwe jî ji hev hatiye qetandin, yan jî berovajî hev bûye. Ez bi hêvî me ku ev gunehê çapê di weşanên nû de were sererastkirin.
 
Di vê rewşa tevlîhev de çêkirina romanekê bi zimanê Kurdî cihê şanaziyê ye, nemaze pirê caran jî daner ji wan perê xweyî tinne pirtûka xwe çap dike. Xwedê alîkarê me be.
 
Di dawî de ez spasiya nivîskar Luqman Silêman dikim ku karîbû vê birîna giranbuha hinekî derman bike, bi hêviya afirandina şahiyên nû û bê birînên nêmgirtî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…