Her salê di 22ê nîsanê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev helkeftin bûye bihaneya xwe derbirîna çandeyî li nik wan.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye şûna wan, û malperên kurdî rola rojnamegeriyê girtine ser xwe, û bûne dengê kurdan, ji wan malperan: Gemya kurdan, Welatê me, Keskesor, YekîtîMedya, Tîrêj, Avesta kurd, Skykurd, Sobaro…td. Rojnameya Nûdemê rawestiya. Kepez û Xewn û hin din hîna jî li ser kaxezan berdewam in.
Ligel vê rewşê, rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna ”Pênûsa Nû” a Hevbendê, ku bi herdû beşên xwe, ya erebî û ya kurdî, belavdibe.
Li vir em ji bîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyar e, çimkî ziman û toreya kurdî diparêze, û pêşxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
Ev roja pîroz derbas dibe û hîn jî şoreşa azadiyê û rûmetê di Sûriyê de li dar û berdewame, ev e piştî ku zêdî sê salan ji berxwedana dijî kuştina rojane û xwe parastinê didome. Di vê şoreşê de gelek ji mirovên Sûriyê çi kurd, çi ereb, ji nivîskar û rojnamevan hatine kuştin, yek ji wan endamê Hevbendê şehîd Miş’el Temo bû , her wiha şehîd Îsa Hiso û gelek çalakvan û siyasetvanên din . Û herwiha ta roja îro jî , gelek di zindanên rêjîmê de girtîne, mîna nivîskar Hisên Îso.
Di vê şoreşê de, hevbenda me (Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûrî) roleke pir girîng dilîze, ev jî ji helwest û gotar û beşdarbûna endamên wê di şoreşê de diyar e, çi di riya nivîsandina gotaran û beşdariya di ragehandinê de, û çi di amadekirina nûçeyan de, bo herêma kurdî û bo hemî Sûriyayê.
Li dawiya vê gotinê, hêviyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di şoreşa Sûriyê de bilîzin, da ku em bighên azadiya xwe û mafê xweyî netewî qezenc bikin, nemaze di nav gelê me de, bêtir ji wan tê xwestin ku hestê neteweyî û biratiyê geş bikin, yekîtiya kurdan li dûrî berjewendiyên kesane û partayetî biparêzin, û xwedî gotareke zelal û di asta şoreşê de bin.
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Azadî bo girtiyên peyva azad
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
22.04.2014

Şîrove (0)