Rûpelekî winda.. Diyarî: ji bo xebatgêra birûmet, xanima hêja Fatma şernexî

Keça Kurd

Ji pencera canpakiya xebatgêrî dilovana welat û gel
Fatma şernexî
ezê çivîkên bîranînên xwe bifirênim,
di kevanê keskesora wan biharên  miştehêvî re,
derbas bikim.
Li zozanê dilgermiya wê qunaxa serfirazî biçêrênim
Kulîlikên vê nivîsê ji derîzanên Qamişlokê bicivênim

li biskên rojê
roja ku ji newalên xebatê ve,
di ser milên xebatgêran re
li me dhilat, bialênim
di nav hestên xwe de biguvêşim
pengerîsê li ber tevna şengejinan
pê reng bikim
di mêzera birûmetî dîrokê de bihîvêzim,
Canê pîrozî Xuhika xwe Fatma şernexî
Hevalbenda li rêbwara rûmetkarî
Pê şa bikim
ji dîroka jinên azadîxwaz
rûpelekî winda ye,
ji nifşê nû re divêvirim:

Herwekî çawe jin di civaka kurdî de û di hemî aliyên jiyanê de mil bi milê mêran re ji bo berdewamiya jiyanê, serbest û bê pirsgirêk xebitiye, di xebata ramyarî de jî careke dî nemerdî nekiriye, xebata jinê di rex ya mêrî re rojane bû ye.
Dema ku tevgera kurdî li başûrê piçûk hebûna xwe di nav gelê xwe de aşkera kir û rêxistin damezrandin, jinê jî  bê rawestan mil bi milê mêran re barê ser milê xwe bi serfirazî hildigirt. Di gelek baran de karê ku jin pê radi bû mêr nedikarî pê rabe û eger jinê ew kar nekiriba karê mêran jî radiwesta. Herûher keç, dayik û jinan rê li ber xebata mêran xweşdikirin û mûma di şevên tarî de ji xwe û ji wan re pêdixistin.… Di mal de endamên bazdayî diveşartin û bi pariyê xweş ew xwedî dikirin. Xeleka pêgihandin bû li navbera gund û bajaran, name û belavokên partiyê di bin cilên xwe de girêdidan, an jî di bin zimanê xwe de diveşartin û ji cihekî bo yekî dî diguheztin.
Gelek caran li ber dergehê bendîgehan di nav bablîsoka dijûn û qirêja ji devê polîsan dirja, xwe dişêland û xwe digihande ber tora hesinî ya girtîgehê.
Jina xebatgêr di nav boriyên hestiyan de nameyên partî digihande destê girtiyan. 
   Xebata me ya wê serdemê di nav jinan de, tenê hişyarkirin bû, xwenaskirin, weke milletek, xwedî welat… Me malin ji xwe re heldibijartin û em derbasî malê dibûn û tenê me hestê welatperwerî di xwîna wan de diçand; me bi wan dida nasî ku em Kurdin, welatê me Kurdistan e, xebata me jî ji bo rizgarkirin gelê Kurd ji bindestiyê ye, da bigehe mafên xwe û jiyaneke rast weke mirovan bijî.
Bi rastî di wê qûnaxê de, bihtiriya gelê kurd  nexwendevan bû, tiştek ji dîroka gelê xwe nedizanî,  nemaze jin bicarekê ageh li siyasetê nebû. Vêce ew keç an jî ew jina ku dimaleke nexwendevan de, li ber çirayeke ji duhnê roşenbîrî î ziwa, mezin dibûn, karîna wan nebû ku ew gêsinê xwe di nav erda zanîn û bîrûbaweriyan de kûr bikin..Lê bi rastî em çend kesên ku li xwendina zimanê kurdî serbest bû bûn û  helbestên Cegerxwîn dixwendin, gelek pêzanîn ji wan helbestan  wergirti bûn; weke, şûreşên kurdî, zilm û zora dardestên Kurdistanê li ser gelê kurd. Û bi hoya ku tim endamên bazdayî li van malên welatperwer hebûn  û civat herdemî li ser ramyariyê bû, li ser Kurd û Kurdistanê bû, jinê jî guhdarî civatên mêran dikir, xwe tevlî ra û takbîran dikir; hino-hino riya xwe rehnî kir û bi pêş ve diçû, xebateke ji dil û can dikir. Jin amadebû canê xwe di vê riyê de bide.
   Li bajarê Qamişlo gelek jinên canfida û xebatgêr hebûn  ku pêşengiya jinan dikirin. Ji wan jinan: Fatima şernexî, Fedîla şûzî, Siltana Neyo, Sînem(kebaniya Hecî Emerê Zero), Sitiya şûzî, Gulsin, Wezîra pilîko, Bedîeya Meletahir.. Bêgoman jinên xebatker  ne ev tenê bûn, lê evên  ha ji ên jîr û xwedî helwesteke cangorî bûn, tevgera wan bêrawestan bû; di berayîka karwanê tevgera kurdî de, şengesiwarên jêhatî ên bê mînak bûn.
   Fatma şernexî navekî birûmet û stêreke geş bû li asmanê Qamilşo, weke hemî wan hevalbendên xwe cangoriya rêça azadîxwaz bû. Fatim xebatgêreke di ser pesnê re bû, dilê wê fereh bû, weke asmanê xebata gelê Kurd. Xebata wê serdemê ji dil bû, şîraniya wê hêşte ji hingivê şana welatparêzî bû, nexweşiya şelîpanê di kuwarên mêşa hingivî de belav nebû bû. Karkerên civakê bê ezêtî û bê berjewendiya kesayetî dixebitîn.
   Ez dikarim bêjim ku ji her çar parçên Kurdistanê di bergeşa Fatma şernexî de ji nanê germî tenûra wê a dilovanî xwarine. Fatim herdemê di xizmeta mêvanên bazdayê yên partiyê de, amade bû, di kuncikên dilê xwe ê fereh de, di nav kanîkên çavên xwe de ew diveşartin.

 7. 2. 2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Gîlbert Zaza

Werger ji Fransî: Xurşîd Ilêwî

Mêrikê esmer yê ku xew kiriye

Mijang mîna perwanekê raxistî ne.

Dest ber xewnê ve dirêjkirî ye.

Zarokekî bêje hema boz bû

Bi darên Hejîr û tiwan ve hildiperkî

Geh peya û geh li ser pişta Bozo*

<p...

Ezîz Xemcivîn

Bêje bira bêje!

Evîndarê welatê gulberojê yî bibêje!

Destê xwe li destê sozê bide û bibêje:

Bêbextiya demê pir qirêj e..

Zimanê xwe şêrîntir bike û derdê me bêxwediyan birêje..

Kîn û zikreşiyê,

ewê rûpelê êdî bisoje,

Ji xeleka biratiyê xwe…

Merwan Mistefa

Kurdistan wekî hemî welatê cîhanê û dibe bîtirjî navdar be bi gul û çîçekên xwe ve ku her bihar qata kurdistanê wek bûka cihanê bi hemî reng û cûreyên gulan tê xemlandin wisa bihna wanî xweş li seranserî welêt difûre.

Çawa ku helbestvanê navdar Nezar Qubanî serbilind û şanaz…

Şiyar Silêman

Hêja Cegerxwîn, bilind Cegerxwîn,seyda Cegerxwîn

Îro sal û dem di ser koçkirna te re va bûrîn

Bawer ke seyda hê çavên kurdan, li ser te digrîn.

Çawa ji bîr kin dilê evîndar

Çawa ji bîr kin milê giranbar

Çawa ji bîr kin cergê birîndar

<p style="text-align:...