Gotina Kovara PIRSê Di çaremîn salvegera koçkirina Rewşenbîr û Nivîskarê Kurd REZOYÊ OSÊ de

   Derbarê rola zimên di hebûn û jiyana gelan de, gelek zanyar, zimanzan û civaknasên bi nav û deng, bi zelalî nerîn û baweriyên xwe anîne zimên. Bi giştî wan rastiyek teqez kiriye, ew jî ewe ku, ziman, nasname û nîşana herî sereke ya hebûna gelan e. Ango, bi kurtî mirov dikare bibêje, eger zimanê miletekî zindî be, pê bête axaftin û perwerdekirin, ew gel zindî û li heyînê ye. Yan na, meger wî zimanê xwe winda kiribe û bi zimanê gelên din diaxife û perwerde dibe, sedem çi dibin bila bibin, hebûna wî gelî seqet û cihê gomanê ye!.
   Di vî warî de, hêjaye ku em banga rêber û rewşenbîrê Kurd ê navdar Dr.Nûredîn Zaza jî bi bîr bînin, ku wî di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê “Memê Alan” de gotiye:” Gelî Kurdan ! Eger hun naxwazin ji hev taromar û winda bibin , berî her tiştî , zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin . Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin nas kirin û hez kirin , û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin , û bi rûmet û serbilind bijîn , dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. “!
   Ji ber têgihiştina vê rastiyê, rewşenbîr, zimanhez û Kurdhezê dilsoz Rezoyê Osê hê ji xortaniya xwe ve li zimanê dayika xwe xwedî derketiye, wî zend û bendên xwe vemaltine û bê dudilî berevanî di ber hebûna wî de kiriye. Bi mebesta parastin, pêşvebirin û geşkirina wî, xebateke bê westan kiriye û her bilindkirina ala zimên, çand û wêjeya Kurdî armanca wî ya sereke bûye.
   Rezoyê Osê, helbest, çîrokên zarokan, gotar û lêkolînên xwe di Kovara STÊR û weşanên din ên bi zimanê Kurdî dihatin weşandin de belav kirine, û ji sala 1992an ve, ta roja dawîn ji temenê xwe(04.03.2010an), wî di Desteya Kovara PIRSê de kar û xebata rewşenbîrî berdewam kiriye.
   Ji bo belavkirina  wêjeya Kurdî ya resen û çanda rêzgirtin û mirovheziyê, nivîskarê me yê payebilind, REZOYÊ OSÊ, her dem pêşeng û amade bû, çiku ew xwediyê wê bîr û baweriyê bû ku, bi rêya wêjeyê û sazkirina têkiliyên çandî di navbera gelên cîhanê de, ew dikarin ji nêzîk ve hev nas bikin û ji bo avakirina jiyaneke azad, bê şer û ceng, bê kuştin û xwîn, dest bidin hev û xebateke hevbeş bi rê ve bibin û biser kevin. Û her dem, daxwaza wî, azadî, aştî, wekhevî û mirovhezî bû.
   Di vê bîranîna diltezîn de, bîranîna çaremîn a koçkirina mamoste Rezoyê Osê, bi navê Kovara wî, Kovara PIRSê, em gurzek gul û kulîlkên rengîn diyarî giyanê wî yê pîroz dkin, herwiha, em gurzeke din, diyarî giyanên hemû xweşmêrên  peyv û pênûsê dikin, ew ên ku bi hişmendî, bi xwîn û xwêdana xwe, zimanê me ji windabûnê û gelê me ji pişaftinê parastine û bi saya serê wan, îro, bi hizaran keç û lawên gelê me li zimanê xwe xwedî derketine, bi dilgermî xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe dikin û bi şanazî wî di dil û çavên xwe de hembêz dikin!.
Bila cihê wî buhuşta rengîn be!
Rêz ji bo zimanên hemû gelên cîhanê!
Bijî Kurd û her bijî zimanê Kurdî yê şêrîn!.
Desteya Kovara PIRSê

04.03.2014 Z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…