«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (3)

Deham Ebdulfettah

 

Ç- Di rûpelên çûyî , bendên “a , b , c”de me têkilî û girêdana çend zimanên dêrîn “Somerî  , Evistayî û Pehlewî”bi zimanê Kurdî re , di ber çavan re derbas kir û me hinekî bandora wan zimanan jî , li zimanê Kurdî berçav kirê Lê di wan rûpelan tevan de jî , me negot , ka rewşa zimanê Kurdî çi bû û çawa bû ?! Gelo zimanekî yekbûyî bû , yan jî (wek nuha) pir şêwezar bû ?!

Em tiştekî derbarî zimanê Kurdî yê wan serdeman nizanin , çi belge jî , bo bersivdaneke dîrokî , li nik me nîne . Dewleta Mad (Mîdiya) jî tiştekî nivîskî li pey xwe nehiştiye  . . .!
Vêca , eger em bibêjin , ew miletên ku bi gelek navan , wek “Gotî (kotî) , Kasî (Kaşî) , Kardoxî ,Hûrî , Mîtanî û Mîdî”di nav çiyayên Zagros (ji başûrê rojhilat ta bakûrê rojava) dijiyan , ew yan hin ji wan , pêşiyên Kurdan bin , jixwe wê zimanê Kurdî , bi hemû şêwezarên xwe ve , jibermayê zimanên wan pêşiyan be , ev şêwezarên zimanê Kurdî (bi vê pirbûnê) jî , wê li wê gorê bi şêweyekî asayî cihên xwe di zimên de girtibinê  .
Lê eger em bibêjin , zimanê dewleta Mîdî zimanekî yekbûyî bû (ev jî tekez nebûye) ûzimanê Kurdî jî jibermayekî wî ye , hingê zimanê Kurdî jî , wê yekbûyî be , lê bi demêre û di bin hel û mercên jiyana wan serdeman de , ew ê bûbe hevqas şêwezarên têvel !
Di vê pêvajoyê de pirsek raberî me tê :
Eger em bibêjin , Kurd di reseniya hebûna xwe de yek regez û yek netewe bûn , zimanê wan jî , gerek zimanekî yekbûyî be . Vêca ev zimanê yekbûyî , çawa li ser hevçend şêwezar hatiye parvekirin ?! Pirraniya dîroknas û lêkolerên zimanên kevin dibînin , ku şêwezarên zimanan (hemû zimanan) bi egera peydabûna hin hel û mercên siyasî , civakî û ciyugrafî , bi dirêjahiya demê re , pêk tên û hêdî- hêdî ji reseniya koka xwe dûr dikevin û ji hev jî (çi pirr , çi hindik) dûr û nêz dibin .
1- Hin caran di çarçewa herêma zimanekî yekbûyî de hêzine civakî li ser bingeheke derebegî (m ,rnê ,n ,) , yan olî , yan rêolî (mezhebî) yan jî hoz û êlî peyda dibinê Bi sedema wan têveliyên di nav wan hêzan de , têkiliyên wan bi hev re kêm dibin û bi demê re ji hev dûr dikevinê Zimanê her hêzekê ji wan jî , li gora wê rewşa tê de û dibin bandora hin zimanên dîtir ên têkildar de , şêwazekî bilêvkirineke taybet werdigre û bi demê re dûrî reseniya koka xwe dikeve û dibe şêwezarekî wî zimanê resen  .
2- Ji roja roj de Kurdistan qada şerr û cengê ye , qada serhildan û tepeserkirinê ye . Di pêvajoya van rûdan û bûyeran de gelek caran Kurd , di bin darê zorê de , ji herêm û navçeyên xwe , ji welatê xwe hatine koçkirin û dûrxistin . Li wan welatên koçberiyê û bi dirêjahiya demê re zimanê wan koçberên penaberkirî , wirde- wirde (hêdî – hêdî) tê guherîn û dibe şêwezarekî cuda , wek nimûne : ( Şah Ebbasê Sefewî yê mezin (1571-1626)ê zayînê çend êl û hozên Kurdî , wek : “Zaferanlo ,Kîwanlo û Emanlo)[1]
Ji herêma Azerbêcana Rojava koçberî Xurasanê kirinê Digel ku zimanê wan penaberan Kurmanciya bakûr bû jî , lê bi dirêjahiya demê re hindekî dûrî wî şêwezarê Kurmancî ketibû .
Çunkî di bin bandora zimanê Farisî û Tirkimanî de gelek gotinên Kurdî hatibûn jibîrkirin û li şûna wan gotinin ji wan zimanên serdest û hawîrdor bikar dihatin (min bixwe ev guherîn di şêwezarê wan de pelandiye) . Di bin van mercên destnîşankirî de şêwezarekî nû li şêwezarên Kurmanciya jorîn zêde bibû  .
3- Ji hêla ciyugrafî ve jî , pirraniya qada Kurdistanê zincîrên çiyayên bilind û şaxvedanên lat û zinaran in , gelî û newalên kûr inê Rêwîtî û rêbiwariya di nav wan asteng û asêgehan de zor çetin e . Ji ber van pirsgirêkên ciyugrafî girêdan û têkiliyên di navbera nişteciyên wan deveran , nemaze nişteciyên pêş û paş zincîrên ciyan de , pirr kêm bûn , yan jî dihatin birrîn . Li wê gorê , têkiliyên ziman û şêwezaran jî , ji kokên wan dihatin birrîn . Bi vê yekê jî , şêwezarinî nû li zimanê me zêde dibûn .

Hebûna zimanê Kurdî , di wan serdemên dûr de , çawa bû û çilo bûye hevqas şêwezar ?!  çi belge li ber destê kesî nîne ku bikare bersiveke rast û rewa bide . Nêrînên ku di vî warî de , dikevin ber gumanê jî me berî nuha ew di ber çavan re derbas kirine :
Kurd , bi şêweyekî gelêrî dibêjin : “Silav li sifra hazir e”. Zimanê Kurdî yê dêrîn çilo bû , çawa bû , bila ew be ! Tiştên ku nuha (li ser sifrê) ev in :
–  Zimanekî yekbûyî li ser asta Kurdistanê nîne .
–  Zimanê Kurdî li ser çend şêwezarên sereke par vedibe .
–  Di bin sîwana her şêwezarkî sereke de çend şêwezarikên piçûk bikar tên .
–  Hindek ji wan şêwezaran nêzî hev in , axêverên wan , bi hêsanî ji hev tê digihêjin .
Hindek ji wan jî , gelekî dûrî hev in , digihêjin asta ku axêverên wan ji hev (baş) tê nagihêjin .
Rojhilatnas û lêkolerên zimanê Kurdî , ne wekî hev wan şêwezarên Kurdî destnîşan dikin , wek nimûne :
*Mawrîzo Garzonî Kurdnasekî Italî ye , (18) salan  li bajarê Amîdiyê rûniştye ,fêrî Kurdî bûye û pirtûkek di rêzimana Kurdî (Kurmanciya jorîn) de nivîsiye , ferhengek (Kurdî-Italî) ji (5000) gotinan jî , amade kiriye .
Digel ku ev Kurdnas , gelekî xwe bi zimanê Kurdî mijûl kiriye jî , lê hayê wî ji şêwezarên Kurdî , baş nîne . Garzonî dibêje : “Şêwezarê Amêdîyê ji yê Bedlîsê cuda ye û şêwezarê Colemergê jî , ji yê Behdînan û yê Silêmaniyê cuda ye”[2]
*Kurdnasê Rûsî “Basîl Nikîtîn jî , şêwezarên zimanê Kurdî bi van tevheviyên jêrîn destnîşan dikê :
1-Lurî (lorî) : Li herêma Loristanê (pêşko û piştko) bikar tê .
2-Kelhorî : Li Kirmanşah û Hewraman bikar tê .
3-Soranî : Li Silêmaniyê , Rawendoz , Şino û Mehabadê bikar tê  .
4-Goran , : Li ””””””””Eqra , Amêdî , Diyarbekir û Bedlîsê Bikar tê[3]
şaşiya B .Nikîtîn berçav e , ku şêwezarê Goranî ne li van herêmên binavkirî tê xebitandin û yê Soranî jî , ne li şino û
Mehabadê bikar tê  .
*Şerefxanê Bedlîsî jî , wekû dîrokzanekî Kurdî di pirtûka xwe ya navdar “Şerefname”de , şêwezarên zimanê Kurdî bi vî şêweyî destnîşan dike : Kurd , li gora şêwezarên xwe , dibin çar beşên sereke : ” Kurmanc , Lor , Kelhor û Goran”
*Geştiyarê Osmanî (Tirkî) , Oliya Çelebî jî , nêrîna xwe derbarî şêwezarên Kurdî , di pirtûka xwe “Siyahetname”de berçav dike :
Zimanê Kurdî li ser (15) şêwezaran dabeş dibe :
“Zaza , Lolo , Onîkî , Mehmûdî , Şêrwanî , Soranî , Hezroyî , Pisanî , Şingalî , Herîrî , Erdelanî , Xalitî . . . . .HT”[4]
Diyar e ku Oliya Çelebî devoka her êlekê yan hozekê kiriye şêwezarekî zimên ê Ev jî ne durist e .
Pirraniya Kurdnas û lêkolerên ziman û şêwezarên Kurdî , binavkirin û dabeşkirina şêwezarên Kurdî , bi vî şêweyê jêrîn pejirandine :
–  Kurmanciya Bakûr (jorîn)
–  Kurmanciya Başûr (jêrîn)
–  Lurî (lorî)
–  Goranî
Hinek rewşenbîr û zanyarên Kurd bi wan navlêkirinên şêwezaran qayil nebûne û xwestine wan bi vî şêweyê jêrîn binav bikin :
–  Kurmanciya Bakûr (Bakurr)
–  Kurmanciya Navîn
–  Kurmanciya Başûr
–  Goranî [5]
Ev navlêkirin ji ya berî xwe pirtir pêjina hizreke netewî û hêviya zimanekî yekbûyî dide . Çiku şêwezarê Kurmancî (weku nav) beşdarî sê şêwezaran dibe (Kurmanciya Bakûr ,Kurmanciya Nvaîn û Kurmanciya Başûr) . Anku , li şûna (Lurî)î “Kurmanciya Başûr”tê gotin .
Derbarî danasîna şêwezarê”Lurî”û yê “Goranî”
têvelî di navbera lêkolerên ziman û şêwezarên Kurdî de derketiye holê .
Hinek ji wan dibêjin “Lurî”û “Goranî”dû şêwezarên zimanê Farisî ne . Ev nêrîn di bin bandora siyasetvaniya Farisî ya regezperistî de hatiye derê
Hinek jî (digel ku kartêkirina zimanê Farisî li wan her dû şêwezaran xuya ye jî) tekez dikin ku (Lurî) û (Goranî) dû şêwezarên Kurdî yên resen û sereke ne  .
Şerefxanê Bedlîsî jî , berî (400) salanî di pirtûka xwe ya navdar (şerefname) yê de gotiye, ev her dû şêwezar (Lurî) û (Goranî) Kurdî ne . Hêja ye bîranînê ku pirtûk yarsan

( Ehlî Heqq)î ya ku bi navê “Serencam”a pîroz bi şêwezarê Goranî hatiye nivîsîn . [6]
Li dawiya vê ronîkirinê ez jî dîtina xwe tevlî dîtina wan kesan dikim , ew kesên ku zimanê Kurdî li ser van her çar şêwezarên sereke par vedikin : “Kurmanciya Bakûrî Kurmanciya Navînî Kurmanciya Başûr û Goranî”. Di bin sîwana her şêwezarekî sereke de jî çend şêwezarikên piçûk tên xebitandin .
Dabeşkirina van şêwezaran jî , li ser rûberê nexşeya Kurdistanê , bi kurtebirrî ev e  .

[1]-Mihemed Emîn Zekî : Kurtbirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê – Beyrût- (1985)-Rû (12-13)
[2]-Mihemed Emîn Zekî : Kurtbirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê – Libnan- (1985)-Rû (318)
[3] – Fûad Heme Xorşîd : Dabeşkirdinî Cografî zarewekanî (zimanî Kurdî)- Bexda (1982)- Rû. (19)- (binpêl-20)
[4] – M.E.Zekî : Kurtebirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê- Libnan (1985)- Rû. (318).
[5] – Fûad Heme Xorşîd : Zimanî Kurdî- Dabeşkirdinî cografî zarawekanî – Bexda (1982)- Rû (20).
[6] – Li gora gotina pîr û qelenderên rêola yarsanan (rêbaza Ehlî Heqq).

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...