Derdê miletan çiye ku bibin dewlet?! (1)

Bilind mela – Dêrik

Omîd û hêvîyên her miletî di cîhanê de duristkirina  Dewleteke ku tê de bijîn û ev hêvîya her neteweyeke û mafekî rewa ye .  
Kurd di cîhanê de gelek sîtem û zordarî dîtin û ketin bin destê rijêmên zordar û faşistî de .

 Heger em li dîrokê vegerin kurd piştî şerê Çaldîranê di 1514 an de  bûn du parçe û bûn qurbanên berjewendîyên her dû empiratorîyan a Osmanî û Sefewîyan .
Wek tê zanîn kurd  bihtirî çil melyon mirovin  di bin destê dewletên dagîrker wek ( Turkiye – Êraq – Îran – Sûriye) ,û piştî peymana Sayiks Bîko di sala 1916 an de hat girêdan di navbera dewletên serketî di cenga yekemîn de kurdistan dûbare bû qorbana van dewletan, û  kurd bê behir û bê pişk bûn ji mafê çarenivîsê ew mafê ku pêkhatîye ji giftogoyên Feresayî ya aştîyê û di sala 1920 an de  peymana Sîferê hat girêdan  bi vê peymanê kurd  gehiştin mafê xwe, û navê Kurdistanê hate berz û bilind kirin di kongirê aştîyê de di sala 1920 an de piştî cenga cîhanî a yekem , di wê kongirê de berêz Loyid Corc pêşniyar kir ku Kurdistan bibe dewleteke serbixwe , û giring û pêdvîye ku doza gelê kurd bi keve hemî melbendên navdewletî .
 Lê dewleta Turkiyê û dewletên rojava  li gor berjwendîyên xwe  bi piyan pêl vê peymanê kirin û peymaneke dî girêdan ya binavê ( Lozan ) ku tê de dîsa kurd ji mafê xwe yê rewa dûr bûn.
Li rojhelata navîn de du milet tenha hene ku bê dewlet in mina  ( miletê Kurd û miletê Filestîn ) lê heger em temaşa bikin siyaseta navdewletî bi dewletbûna Filestîniyan re ye û gelek xizmetan dikin bo duristikirina dewleta Filestînê re ye , beramberî vê yekê siyaseta navdewletî bê deng in ji bo kurdan û tu carî hêvîya dewletbûna kurdî nayînin ziman .
Lê em dibînin gelek dewlet hatine damezrandin mîna (Monako – Sanmorîno – Vatîkan ……)  ku rûber û biyavên van dewleta pûçîktirin ji rûber û biyavên kurdistanê .
 gelo dê kengî siyaseta navdewletî wê rêdanê bi de kurdan bo ragihandina dewletek kurdî ??
Mafek rewaye ku kurd dewleta xwe ragehînin , lê wek tê xuyakirin ji me hemîyan re ev pêngav ne gavek sanehî ye , ku kurd gelek alozîyên hundir û derve li beramberî  xwe dibînin .
Alozîyên derve sedema serekî ye ku kurd bê çar bimînin da ku deweletbûna kurdî ragehînin , û ji van alozîyan :
 netewîya Tûrkî ku hemî dam û dezgehên fermî û sivîl kardikin bo parestina yekîtîya xak û dewleta Tûrkî, nexasim netewperestên tûrkî yên nijadperest yên ku herdem li pêşiya kurdên bakûr rawestane da ku kurd li wê derê negehin mafê xwe yan ku tu carî hizra dewletbûnê li bîr neyînin .
Astenga duyemîn ya ku li beramberî dewletbûna kurdî di raweste ew jî netewiya Erebî ye , ji ber ku hemî netewperestên erebî  qayîl nabin ku dewletek bo kurdan hebê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…