Namesaza asayîşê

M.Hec Kebe

bi rastî ger mirov bi çavê çavdêriyê li kiryarên asayîşên efrînê mêzekê, wê maliq bimînê, çimkî her çend rojan biryarên xwe vacayî hev têne der, ji ber ku wek tê  ramandin an fêmkirin ku tu istiraticiyet aşkere li bêş wan tuneye da ku li ser bimeşin, ji ber helwestên wan û partiya salh muslêm mîna bazarê bûne û ew katijmêrekê li katijmêra din nayê.
 Bi tayîbet ew namesaza hatiye pelavkirin li ser hemî nivîsghên bajarê efrînê, ji aliyê hêzên asayîşê ve, li ser hemî mektebên kirîn firotina erd û xaniya, ew biryara girêdayî bi kesên penaber yên ji derveyî herêmê hatine, ewên ji  gundewarên bajarê heleb û udlibê ji ber mirinê bazdane, û tev malbet û xêzanên xwe hatina efrînê, kesên ku ji top û tiving  û bermîlên esed direviyan cihên hinekî ewlehî û aramî lê hene.
Lê bi rastî hîn biryar ne weqas zelale, çimkî ti daxuyaniyên fermî ji aliyê rêveberiya kantonê nehatiye bi derxistin, ger ev biryara ji hêla çend berpirsyarên asayîşê ewên di ber karê ewlehiyê re bazirganî yê  dikin, An ev  biryara ji alîyê rêveberiya kantonê bi xwe ye, Bêguman paşiya pirsa nayê di vê derbarê de, çimkî ew biryareke ne ji sinciya civaka gelê efrînê ye, û ne jî ji rûmeta kesên şoreşgere, di dema ku tê xwestin û girînge ku gelê efrînê alîkariyê ji birayên xwe re pêşkêş bike,  lê mixabin me bihîst ku hinek hene dixwazin sînor û çeperan li pêşiya birayên xwe çêdikin.
lê ka em li ser  naveroka wê rûpelên  ku li ser dîwarên nivîsgehên efrînê hatine daliqandin  hinekî rawestin, ji ber diyare ku di Xala yekê de hatî nivîsandin.
يُمنع منعاً باتاً بيع أي عقار أو منزل أو محل أو تأجير أو رهن إلى غير أهالي منطقة عفرين وذلك تحت طائلة المسؤولية
û piştî xwendina vê bendî gelo ma bîhina mirovatiyê je tê, ger em ji rewşa cengê bi dûr nekevin? ma ne şerme gava li welatekî ku roj bi roj têde gund û bajar û bajarok têne bardomankirin, û bi ser mirovên sivîl ve mal  tên wêrankirin? û emjî wek welatî an wek  rêveberiya efrînê rê li pêş wan jin û pîr û zarokan bigrin, ma kanî sinciyên kurdaytiyê li ba miletê efrînê? Û ma ev civaka bi vê biryarê razîye lê na, lê vêca kesên ew namsaza belavkirine tewir nûnertiya civakê nakin? Lê ger ew temsîla xelkê efrinê nakin û bi zora çekan desthatiya hirêmê dikin, ma kanî helwesta rewşenbîr û dezgehên cvakî û rêxistinên sivîl li wê xakî? Û ma ew Karin çi bêjin û çi bikin di vê der bare de, çimkî hîn Di xala duduwê ji kaxesa namsazê hatî;   
  يمنع تنظيم أي عقد بيع أو رهن أو آجار إلا بمراجعة مركز الأسايش في عفرين
Bi rasti vê xêza an vê xala ciyê gumanê ye, çimkê wek tê xuyan ku armanc ji vê bendî an vê biryarê ne qedexekirine, lê tenê xuwestek ewe ku bidestxistina hemî kaniyên bazirganî û aboriyê ye, ji bo tenê cih û berpirsên partiya p y d yê û şaxên xwe sûda bazirganiyê ji nivîsgehên efrînê bibînin.
Û ew cira yanê ew “miamela” kirîn û firotanê ji des welatiyên wê deverê û  xwediyên nivîsgehan were istandin.     
Û bi ser de hîn di wê pelkî belavkirî de hatî, ku kî vê biryarê bi ci nînê an mixalefê bikê wê sûcdar were dîtin  û dibê bi serde herê girtîgehê jî û têde hatiye xuyakirin;
من يُخالف تلك التعليمات يُحجز العقار بالشمع الأحمر ويتم توقيف كل من البائع والشاري ومنظم العقد.
Lê ev xêza ji biryarê Dîsa me vedigerînê şaxê asayîşê, çimkî biryar wek tê xuyan, tenê ji bo vê ykê çêbûye û sedema sereke bazirganî û aborî ye û ti îşê karê ramyariyê an siyasetê jê tine ye, û ger bi dengekî aşkere em bêjn armanc tenê qezenc  û pere ye ji wê namesaza ku hatiye belavkirin li kantona efrînê.     
Çimkê li dawiya belgê an kaxezê de telîfonên navenda esayîşê hatine danîn, ji bo welatî li sentera wê şaxî ewlehî  vegerin, ger dixuwazin cira xwe yanê “miamela” xwe bimeşîn in , û bêguman ê were meşandin gava li wan şaxan vegerin, çimkî mebest ew yanê çûndina cem wan ne û tu carî armanc ne qedexekirine.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…