Feqî yê Tîran… Jiyan û helbest û helbestvanî… Xelek 4

Heyder Omer 

heyder52@hotmail.de  

 

 Salbûn û mirin

Mij û dûmanê,
ku bi ser nasnavê Feqî yê Tiran ve bû ye, xwe kişandî ser salbûna wî jî. Cudahî
di nav boçûnên lêgervanan de heye. Yekemîn car Ehmed ê Xanî di Mem û Zînê de,
wek ku berê jî me diyar kiribû, çêla wî kirî, tevî ku ew bi lez di ber
navê wî re derbas bû ye, û salbûna Feqî diyar nekirî jî, lê teqez dike, ku ew
ji beriya Xanî hatiye vê dunyayê.


yekemîn kesê, ku li ser jiyana Feqî tiştek nivisandiye, kurdnasê Rûs
Elîksender Jaba ye, yê ku lêgervanên jiyana helbestvanên me ên kilasîk, bivê
nevê, li wî vedigerin, ji ber ku ew yekemîn kes e, ku navên wan anî bîriyan, û
hin helbestên wan danîbûn ser hev(1).  E. Jaba dibêje: „Mihemed Feqî Tîran ji
bajarê Muksê, yê bi ser îyaleta Hekarê ve ye, sala (702 k) ji dayikê bû ye
“(2).
Û Mihemed Emîn Zekî weha diçe, ku ew xelkê Muksê ye, di navbera salên (707-777
k) beramber salên (1307-1375 z) jiya ye(3), û Dr. Bilêc Şêrko, di
pirtûka xwe de (Doza kurdî / El-Qediyye El-Kurdiyye) boçûna Emîn Zekî dubare
dike(3), û Eladîn Secadî jî, di pirtûka xwe (Mêjoyî edebî kurdî) de
dibe alîgirê nerîna Mihemed Emîn Zekî(4).

Ev nerînên derbas bûne, didin
xuyakirin, ku Feqî yê Tîran li Muksê
ji dayikê bûye, û berê jî me diyar kiribû, ku Ebdulreqîb Yûsif, ji boçûnê xwe,
ya ku gotiye Feqî ji xelkên gundê (Tîran) e, vegeriyabû.

Dêmek
Feqî li Muksê ji dayikê bûye, û helbestên wî jî vê yekê dupat dikin, lê tevî ku
boçûnên lêgervanan li ser vê yekê li hev dikin, û nîşanên cihê jidayikbûnê car
caran di helbestên wî de jî hene, lê dîroka jidayikbûnê ne diyar e, û jêderên
ev yeka vekolane li ser salekê li hev nakin, belê salên cuda diyar dikin, û ji
hêla din de ew bi xwe di helbestên xwe de hin dîrokan nîşan dike, bi yên,  ku lêgervan diyar kirine re, li hev natên.

Helbestvanê
me di hevpeyvîneke helbestî de, ku li gel hemdemê xwe Mela yê Cizîrî  dibêje: Dizanim meddahê kê me,

di hezar û yek û sihan(4).

Dîyar
e, ku sala (1031 k)ê nîşan dike, ev sal jî beramberî sala (1621 z) ye. Ev yeka
di helbestên wî de dubare dibe, wek ku di helbesteke xwe de sala nivisandinê
diyar dike, gava dibêje:

Li Mîm û Hê sotî işqê,

Li dehsed û sala sihî(5).

Ev
her du nîşan hem sala ku ew hîna jiyandar bû, û hem jî serdema, ku ew tê de
jiya ye didine xwe kirin, lê sala jidayikbûnê hîn jî sergirtî dimîne. Lê va ye,
di helbesta (Dilo rabe) de, salbûna xwe diyar dike:

Mîm û Hê heftê felek çûn,

Ji hicretê dewran gelek çûn,

Sal hezar û çil û yek çûn(6).

Dêmek
temenê wî sala (1041 k) gîhabû 70 salî. Eger em van 70 salan ji 1041ê kêm
bikin, dê were xuykirin, ku Feqîyê Tîran sala (971 k) beramberî sala (1563 an
jî 1564 z) ji dayikê bû ye, pê re jî dupat dibe, ku hemî jêderên din şaş çûne.

Ewan
heman jêderan di tenga sala mirina wî re jî dîrokên cuda cuda diyar dikin, lê
nîşanek di helbesteke wî de, ku bi mirina Mela yê Cizîrî gotiye,  heye, bi hesabê ebcedê sala mirina Mela tê de
diyar dike, pê re jî tê zanîn, ku Feqî wê salê hîna sax bû:

Heft ein û lam ji hev bûn cuda,

Şîn û girî
dîsan tê da
(7).

Peyvên,
ku dîroka mirina Mela yê Cizîrî diyar dikin ev in: 7  (ein) ع û ل
(Lam) û شين
(şîn) û كري
(girî). Di hesabê ebcedê de nimra tîpa (ع)
70 ye, û ya tîpa (ل)
30 ye, ya tîpa ( ş) 300 , û ya tîpa  (î) 10 , tîpa (n) 50 , tîpa (k) 20 , tîpa ®
200, û carek din tîpa (î) 10. Bi vî awayî em dighênin sala (1050 k), beramberî
sala (1640 z), ango di vê salê de mela yê Cizîrî çûye rehmetê, û Feqî jî hîna
sax bû.

Li gor boçûna rojhilatnasê îngilîz N. Mekenzî Feqî yê
Tîran di pey mirina Mela yê Cizîrî re pir li jiyanê nemaye, belê li derdora
sala (1660 z) çûye rehmetê(9), û sermiyanekî helbestî wêjeyî
dewlemed bi şûn xwe ve hêştiye, emê di rûpelên,ku dê bên de, li ba wî sermiyanî
rawestin.

 

Jêder û çavkanî;

  1. Qanatê Kurdo: Mem û Zîn, pêşgotin, rû 6.
  2. Qanatê Kurdo: Tarîxa edebyeta kurdî, 1/70.
  3. Dîrka Kurd û Kurdistanê, rû 336.
  4. Biner: Ebdulreqîb Yûsif: Saîrên kilasîkên Kurd, rû 29.
  5. Dîwana Feqî yê Tîran, rû 105.
  6. Jêdera navborî, rû 14.
  7. Jêdera navborî, rû 135.
  8. Herekol Azîzan, kovara HAWAR, hej 33, sal 1941. 7 caran 70 -30
    dimîne 460 +300+10+50+20+200+10 dibe 1050. Ev sala koçî beremberî sala 1640 z
    ye.
  9. Yäd-Näme-ye Iräni-ye Minorski, Pulication of Teheran
    Univercity, No: 1241, Teheran 1969.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…