Mihemedê Seyid Husên.
Herçî kesên lawaz û eware mîna perwaneyê
xwe li rivîna êgir digirin, ji sipîdya nimêja sibehê ve derdikevin, kilîta
derya pirtûkê hilgirtine, girêka ziman werde werde vedirşînin, birûskan li ser tixûban dirijînin, mîna şîhîna hespê fala
payîzê şiyar dikin, rewan di tîpê de vedilerizînin.
Mîna sitêrkên rojnameya Hawarê, 31 mûmên
birûskdayî, çiraxa zimanê sor li cîhana xaka nişteman ronîdayî, li ser rûpelên
zêrîn demdar vêxistî mayî, êdî bela qiral efendî li zengilê mirinê xînî, hîç
nikare rewaya xewnê birevînî, herwekî sibê dê ronî me jî himêz bikî, dê koxik û
kavil li ser xaka pîtdan wergerin xweşxane, dê siktir bibe gêl û kewdanî, dê
barana çavan çem û cobaran ji xew şiyar bikî, dê xîmava sor pênûsê bike çek û
mertalî.
Dara zimanê mader, hevok û peyva resen li
ser qada nişteman war şîn dikî, da qena nema dêwê sê serî, karibe ji kokê ve
zimanê kurd binax bikiî, dê bav û kalên me ji mezelan rabin, govendê li ber
kêlên xwe li darxînin, dê terqînê bi zimnê kurmancî bixwînin, şemalekê ji
elfebêta mîr Celadet bi hev re vêxînin,
ala zimanê dêrîn banebalatir li asoyan li babikin, ne weku hinek li bazara
quretîfiroşan, zimanê dayikê xemsar dikin, û lotikan li ber awazên biyanî didin.
Heyv li asîmanê jor şînê diikişînî, di tenayê de
xemgiran û pestejînî, rajorî kohên çiyarêzên kurdistanê, kavilên wêran û şewitî
li dûv talanan hanê digerînî, diqîre, digirî li ser zimanê ku di bin piyê
sitemkariyê de hatiye bişaftin, gund û bajarên pûre û yexmebûyî, zimanê ku di
zikê dayikê de veşirtî mayî, xwe emade dike ku helfire ser banê ewran, ku di
asoyên pêşerojê de lûsekî aram bo xwe çêbikî, û ji nêv goristanên razayî xwe
payebilind rizgar bikî.
* * *
Herçî kesên lawaz û eware mîna perwaneyê
xwe li rivîna êgir digirin, ji sipîdya nimêja sibehê ve derdikevin, kilîta
derya pirtûkê hilgirtine, girêka ziman werde werde vedirşînin, birûskan li ser tixûban dirijînin, mîna şîhîna hespê fala
payîzê şiyar dikin, rewan di tîpê de vedilerizînin.
* * *
Mîna sitêrkên rojnameya Hawarê, 31 mûmên
birûskdayî, çiraxa zimanê sor li cîhana xaka nişteman ronîdayî, li ser rûpelên
zêrîn demdar vêxistî mayî, êdî bela qiral efendî li zengilê mirinê xînî, hîç
nikare rewaya xewnê birevînî, herwekî sibê dê ronî me jî himêz bikî, dê koxik û
kavil li ser xaka pîtdan wergerin xweşxane, dê siktir bibe gêl û kewdanî, dê
barana çavan çem û cobaran ji xew şiyar bikî, dê xîmava sor pênûsê bike çek û
mertalî.
* * *
Dara zimanê mader, hevok û peyva resen li
ser qada nişteman war şîn dikî, da qena nema dêwê sê serî, karibe ji kokê ve
zimanê kurd binax bikiî, dê bav û kalên me ji mezelan rabin, govendê li ber
kêlên xwe li darxînin, dê terqînê bi zimnê kurmancî bixwînin, şemalekê ji
elfebêta mîr Celadet bi hev re vêxînin,
ala zimanê dêrîn banebalatir li asoyan li babikin, ne weku hinek li bazara
quretîfiroşan, zimanê dayikê xemsar dikin, û lotikan li ber awazên biyanî didin.
komara Çîk…15-9-2014