BAJARÊN REŞÊ



Lewend
Dalînî


 

Zivista
bûrî, çi bi serme, seqem û reşî bû?

Çelpe çelp û
nirçe nirça dilopan,

Kêfxweșîya mêhtina
șîrê zarokekî,

Reht dikir?!

Şewqa
lempeya gazê,

Herdû çavên
wî hembêz kiribû,

Û di melûlî
yê de,

Xilmaș mabû………

Vîze Vîza
bayê,

Ewr gur kiribûn,
û weke tîrêjan, baran ê

Banê xanîyan
û rûkê xakê şoreşa xwe têde,

Vala dikir????.

Ewr û tav
diketin cengê de

Ne ewr ji a
xwe dihate xwar, û ne

Tav jî serê
xwe jêre datanî,

Herdûwan di
wê cengewazî yê de, berdewam dikirin….

Ev çi dema gelaca
ye?

Kiras û
xwedî nahêlin

Li hev bikin

Kil û çav ji
hev dûr

Dikin

Beko li her
mal û

Li her civat
ê ye!?

Şîrê dayîka
nema bi zarokan

Xweş e?

Û dengê
lorînê;

Nema dighêje
guhê wan!?

Gel ji gund
û şaran hatin bi der xistin

Û penaber
bûn

Dê li bakur,
bav li başûr û

Zarok li
rojhilat ê ne

 

 

 

 

 

Dema min
gulek ҫinî;

Min kesek
nedî kû ez jêre bikim

Diyarî

Gel ê malan wind
bûne!?

Bajar û
gundên me di reşîyê de

Dijîn

Û bê sermiyanin….bê
xwedî û xwedanin!!!???

Zarok  di tirsê de

Di pûnijin?

Sawîrê
reşikên şevê û

Rih dirêjan

Sînoran avadikin

Ev dema xwîn
mija û şûr dirêja ye

Li hawîr
dora me?

Tovê ҫete
reșan șînbûye?

Firîz û
zexelî ya wan,

Li damarê
dexla me da,

Û ew daye
hișk kirin

Nirxê
zanistî yê bûye çerxîyek

Mafê kesayetî
yê jî bin pê Bûye

Kurm ê dar ê
ji dar ê ye

Li ser xaka
xwe em

Berjewendîyên
dijminan

Pêk tînin û
em zextikan;

Li hev didin?!

Dema tê
yekîtiyê.

Em hêç dibin

Biryarên ku
şofînizma nikarîbûn pêk anîba,

Em li hev bi
kar tînin

Ev çi hovîtî
û serhişkîye?

Şoreşa azadî

Têkve çû

Û komkujî yê

Dest pêkir

Behvila kesî
nema

Dişewitê

Û hestên
netewî hatine

Beravêtî
kirin

 

 

Berpirsiyarên
rêxistinê me, li paytextan

Qedehan li ser
têkveçûna me di nûşin û,

Nameyên
nerazîbûna xwe li dijî komkujî û

Penaberî ya,
Şingal û Kobanê li ser rûpelên,

Tiwîter û
fêsbûk ê bi hişkî,

Belav dikin,

Sibeha ji
xemgînî,

nîskaf ê û
şîr vedixun û êvara jî şevbûhêrkên xwe bi

Wiskî re di
qedînin……Û gilî û gazinên xwe ji hevre,

Dibêjin!!!!?????….

Ev roja
danîna sînorên netewa ye?

Roja hebûn û
nebûn ê ye?

Tanî tu heb
ê divê tû bi hêz bê!?

Perçebûn û
hovîtî ji mere bin axkirine?

Ji xew
şiyarbe ey berpirsyarê serhişk û

Bi
meqeresîîîîîîîîîîîîî.

Êdî bese êdî
bese…

 

lewenddalini@gmail.com

  23 ê Çirya Pêşî 2014,

   Beirût – Lûbnan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…