«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (7)

Deham Ebdulfettah

«Lêker» bi wateya «Verb» Navlêkirineke ne duriste !

Ji dema mîr Celadet Bedirxan ve ta vê rojê jî , zimanê Kurdî (Kurmancî) cihê balkêşiya rewşenbîr û zimanzanan e . Di vê qûnaxê de gelek gotinên winda hatine dîtin , gelek ên tozgirtî hatine daweşandin û vejandin… . û bi qasî wan jî , gotinên nûjen hatine dariştin û sazkirin . Hîn jî ew kar û xebat derbarî jîndarkirina vî zimanî berdewam e .

Lê- mixabin- ta nuha jî me nikarîbû em dezgeheke berfireh li ser asta şêwezarê Kurmancî ava bikin . Ji ber vê egerê jî hemû berhemên me yên rêzimanî , ferhengî û têrmolojî di warê keda kesatiyeke yekta de dimînin . Ev jî dihêle ku em beranberî hin bêje û raweyên sazkirî , bikevin gumana duristî û neduristiyê.
Di vê pêvajoyê de em tûşî pirsekê tên .
– Eger gotineke nûjen bergûmana neduristiyê be , gelo helwesta me derbarî wê dê çi be ?! Gelo , me maf heye ku em zêdegaviyan bikin û pêşniyazên xwe derbarî wê gotinê berçav bikin , yan na … .?!
Mijara zimên mijareke netewî ye . Çi pêşniyaza ku sûdekê bide zimên , gerek paşguh nebe !
Gotina berguman a ku em ê vê carê wê vexepirînin gotina “lêker”e ku bi wateya “verb”tê xebitandin  .
Li gora têgihîştina min , zimanzanê ku cara pêşîn navlêkirina “lêker”bi wateya (verb- الفعل( bikar aniye mîr Celadet Bedirxan e . Mîr ev gotin di govara “HAWAR”ê de (1932- 1943) xebitandiye . Gelek rewşenbîrên ku rêzimana Kurdî nivîsîye jî , li ser şopa Celadet ew navlêkirin bikar aniye , wek “Kamîran Bedirxan , S .Şivan ,F .Huseyn Sagniç , S .Tan û hinin dîtir jî . Hinek navlêkirinin dîtir jî , ji hêla zimannivîsên me ve hatine xebitandin , wek :
–   Cigerxwîn : Kirin
–   S .B .Amêdî : Kar , kirin
–   R . Kurd : Pîşk
–   Q .Kurdo : Fêl (فعل) [1]
– Di şêwezarê Soranî de jî “kar , kirdar , ferman”bikar hatine  . Lê nuha , bi şêweyekî fermî “kar”li tevaya Kurdistana başûr tê xebitandin û “lêker”jî bi ş .weyekî giştî li bakur û rojavayî Kurdistanê tê xebitandin  .
Bi dîtina min , gotina “lêker”bi wateya (verb , الفعل( navlêkirineke ne cîgirtî ye û bi vê raweya xwe wê wateya destnîşankirî nade  .
Li gora rêpîvana dariştinên zimên gotina “lêker”bi raweya “navê kara”(اسم الفاعل) hatiye dariştin , wekî
Ku em bibêjin :
–   Ji (kirinê) : kesê ku dike
–   Ji (kuştinê) : kesê ku dikuje
–   Ji (nivîsînê) : kesê ku dinivîse
……
Ne ku (kar) bixwe ye , lê yê ku kar dike  .
Vêca , ka çima “lêker”navê kara ye û ne kar (kirin) e ?!
Dariştina navê kara di zimanê Kurdî de , ji hinek karên derhingêv , bi vê rêbazê saz dibe :
( Binyata dema nuha + paşgira “er”= navê kara )
Binyata nuha jî , bi van pêngavan tê dîtin :
1- Kar di dema nuha de : (Ez dinivîsim) .
2- Avêtina nîşeya dema nuha “di”û paşkokên kesîn (im , î , e , in) : Ez dinivîsim = (Ez … .nivîs…) .
Dêmek binyata dema nuha ji karê “nivîsîn”(nivîs) e . Bivê pîvanê jî , binyata dema nuha ji her sê corên karan (xwerû , dariştî û lêkdayî) tê wergirtin  .
Nimûne :
1- Karên xwerû (sade) :
– Kuştin : Tu dikujî = … . Kuj … .(kuj)
– Firoştin : Ez difiroşim = …. Firoş…(firoş)
2- Karên dariştî :
– Raxistin : Ew radixe = ra … x… . (rax)
– Kişandin : Ez dikişînim = …kişîn…(kişîn)
3- Karên lêkdayî :
– Avdan : Hûn avdidin = av . .d… (avd)
– Jêkirin : Em jêdikin = jê…k… (jêk)
Binyata dema nuha ji hemû cor û celebên karan tê standin . Lê navê kara ji binyata hindek karên derhingêv (ne hemûyan) , bi forma “binyat + er”tê sazkirin  .
Nimûne :
1- Karên xwerû :
 Kar   Binyat         Navê kara
– Kuştin      kuj              kujer (ê ku dikuje)
– Firoştin     firoş            firoşer (ê ku difiroşe)
– Nivîsîn      nivîs            nivîser (ê ku dinivîse)
– Dîtin (bînan)  bîn                   bîner (ê ku dibîne)
– ……… .
2- Karên dariştî :
– Raxistin           rax       raxer (ê ku radixe)
– Hilkirin            hilk      hilker (ê ku hildike)
– Vekolan           vekol    vekoler (ê ku vedikole)
– Afirandin         afirîn    afirîner (ê ku di afirîne)
– ……
3- Karên lêkdayî :
– Rastkirin          rastk   rastker (ê ku rast dike)
– Fêrkirin            fêrk     fêrker (ê ku fêr dike)
Karên lêkdayî , yên ku ji pêrbest , cînav û karekî xwerûpêk hatine , wek :
– Ji + wî/wê + kirin = jêkirin
– Di+ wî/wê+kirin = têkirin (dêkirin)
– Bi + wî/wê+kirin = pêkirin (bêkirin)
– Li + wî/wê +kirin = lêkirin
Ev karên lêkdayî jî “jêkirin , têkirin , pêkirin û lêkirin”bi wî hawî navê kara ji binyata wan û paşgira “er”saz dibe :

–  Jêkirin : jêk + er = jêker (ê ku jêdike )
–  Têkirin : têk + er = têker (ê ku têde dike)
–  Pêkirin : pêk + er = pêker (ê ku pê dike)
–   Lêkirin : lêk +er = lêker (ê ku lê dike)
Berçav e . ku raweyên “jêker , têker , pêker û lêker) bi wateya kirdeyên bûyeran hatine , anku kesên ew bûyer kirine , ne ku (kirin) bixwe ne . Li vê gorê ku em bibêjin :
1-    Zînê gul jêkirin  .
Zînê : jêker e (wê gul jêkirin)
– Gul : jêkirî ne (gul hatine jêkirin )
2- Temo dîwar lêkir
– Temo : lêker e (wî dîwar lêkir)
– Dîwar : lêkirî ye (dîwar hatiye lêkirin)

Bo vê encamê em tekez dikin , ku gotina “lêker“, weku navlêkirin (term) , ne durist e ku beranberî “verb”û bi wateya “kirin , kar – فعل”bikar bê  .

 

[1]– Min jî, di pirtûkên xwe yên pêşîn de “lêker” bikar aniye, lê ji pirtûkên “Nav, Cînav” û vir de min navlêkirina “kar” li şûna “lêker” bikar aniye .

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…