Simînenra hunera kurdî li Bonn ê li darket

Roja yekşemê, 04.10.2009 li Bajarê Bonn ê, û li Hotela Hilton, bi amadekariya fonda Şivan Perwer, civînek li darket û gelek hunermend hatin cem hev.
Sîmenek mezin li darket. û gelek Sîmnîrvanan bi beşdarbûna xwe û bi axaftina xwe civîn û simînar geş kirin.

Ev bû demek dirêj li gora ku haya min jê heye ku birêz Serxwebûn Perwer hazirya vê civînê dike, ji bo piştgirya fonda Şivan Perwer.

piştî kedek mezin û xebatek dirêj (dora şeş mehan) di dawyê de bi ser ket û karîbû di gel hevalên xwe yên di rêvebiriya Fondê de, vê civînê li darxînin.

Simîner bi rêvebiriya Kakşar Oremar bû û bi beşdarbûna Simînervanan: Serxwebûn Perwer, Dilşad Seîd, Edîb Çêlkî, Hiso Hormî, Gulîstan Sobarî, Narîn Şêxê, Yilmaz Seydo, û endamên komîta birêvebir ya Fondê.
LI darket.
Birêz Serxwebûn Perwer di destpêkê de mesaja Fondê xwend û armancên wê şîrove kirin û her weha li ser navê bavê xwe Mamoste Şivan Perwer mesajek bi xêrhatina hunermendan xwend û her weha lêborîna mamoste Şivan jî gîhan ji ber ku nikarî bû amadeba ji ber sedemên gelekî giring (çûna Kurdistanê di gel şandek Ewropî bi rêvebiriya Xanim Danyêl Mîtîran)
Piştre Hunermendê navdar Dilşand Seîd axivî, li ser rewşa mûzîka kurdî û nûjen kirina filoklorê kurdî û behsa Tîpa Duhokê wekû nimûne kir.
Edîb  Çêlkî li ser helbesta ku ji bo stranê tê nîvisandin û lawaziya wê kir. hêjayî gotinêye ku Edîb  Çêlkî xwedî tecrûbeyek mezine di warê nîvisandina helbesta stranê de.
Gulîstan Sobarî û wek ku hat xuya kirin bê amadekirin hatibû û tenê li ser hunera kevin û ya nû axivî tevî ku mijara wê li ser rola jna kurd di stranbêjiyê de bû.
Narîn Şêxê hinekî ew valahî dagirt û li ser rola jina kurd û zehmetiyên wê axivî û diyar kir ku ( jin û stran wek Ewr û Behrê ne, kes nizane bê kîjan ji kîjanê tê an jî kîjan ji kîjanê vedixwe)
Heso Horamî li ser rewşa kilîpa kurd bi zanistîk mezin axivî û got: klîpa kurdî dikeve şaşiya ku kilîpa erebî û tirkî jî ketiyê de û tenê li ser govendekê û hinek livên seksî ji jinanre tê avakirin.
Yilmaz Seydo, li ser strana kurdî bi giştî axivî û her weha rexna televizyonên kurdî kir ku pirogramên rexneyî têde nînin.
piştre Hunermenda mezin Gulîstan Perwer civîn bi beşdarbûna xwe xemiland û li ser zehmetiyên ku Serxwebûn kişand di amadekirina vê Simînarê de û her weha jibîr nekir ku spasiya hevalên ku alîkariya wî kiribûn û ew tenê nehiştibûn di wê xebatê de, bike.Û her weha bi xêrhatina mêvanan jî kir yên ku ji riyên dûr û nêzîk hatibûn.
Balkêş bû di vê civinî de ku girûpek mezin ji hunermendên kurd, malper, nivîskar û rojnamevan amde bûn, û ji her çar perçên Kurdistanê.
Kurdistan Tv amade bû û civîn tomar kir.

Kawa Şêxê

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…