Mele Ehmedê Namî, helbestvanekî Kurd welatparêz û netewîye, helbestên xwe bi xurtayî kirine xizmeta welat û miletê xwe de, û ew bûye aşiqê peyala azadiyê û serxwebûna welêt, wîna jî mîna her kes û her helbestvanên netewî kelpîçek stûr di hêt û dîwarê şiyariya miletê xwe de lêkiriye, û bi dilekî bi kul û bê mirad – ango bê miradiya azadiyê – çûye neyîna malik wêran. Lê ez dibêjim yên weke wî bi laşên xwe diçin neyînê, lê giyanê wan di dilê herkesê Kurd de tên çandinî û herdem di nav rehên dilan de şîn dibin û bi vî hawî nayêne jibîrkirin.
Bi zor û bi gazin bixwazin jiyan
Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Jidestê sitem zû derînin welat
Welat ger nehê serbilind Kurdino
Ji bo me çi hêjaye jîn merdino
Welat em mûdam can fîdayê tene
Hemî leşkerin, bendewarê tene
Helbestvanê me bi dilekî şewat soz dide ku welatê xwe bi zor yan bi xweşî ji bindestê koledar û dagerkiran xilasbike.
Û ew pir hêvyên xwe di xort û keçên Kurda ve girê dide, û jiyaneke azad ji welatê û miletê xwe re dixwaze. Di warê hunerî de dibêjim: gotina/ bi gazin/ ne di cihekî diruste hatiye wezîfedarkirin û ew hêrzên di rêzan de dişkîne û sist dike, ji ber ku em welatê xwe bi mêranî, ne bigazinan dixwazin û gazin herdem karê mêrkê qels û bêmicale. Dibêjim jî di vir de ku peyva/ bi huner/ ji dêlva bi gazin hatiba wê bêhtir ji aliyê naverokêve lihevhatîba. Helbestvan bi pendan jî malikên xwe xemilandine, lê dîsan ev malikên ha bi kul û bi xemin lê lasayî û bê xeyalin.
Ango ev peyvên sirûdê kilasîkin lê bi kêş û qafiye hatine lidarxistin, û ji ber ku malikên wê bi xwenên netewî hatine stiran û bi cênavê diwem ku bi şêwaza discurs re(الخطابية) dibe heval pêkhatine, ji ber wilo wêneyên hunerî û xeyal, û poetîc(الشعرية)bi kêmayî tê de cihdigrin. Lê hinekî bayê nûjenyê ji derve de perên sirûd hejandine ku helbestvan karîbû qafiya malikên xwe têvel bike, ango her dû rêz bi qafiyekê hevparkirine mîna- niştiman- jiyan, welat- welat, kurdino- merdino, tene-tene.
Bi vî hawî karîbû sîmfoniyeke kilasîk lê bi rengekî lasayî(تقليدي) li ber guhê xwênerê xwee li darbixe, û ji dûbarekirina ritma wekehev piçekî rêzên xwe rizgar bike.
Ji navnîşana sirûdê têxuyakirin jî ku helbestvan xwedî nefseke netewî ya bilinde, û bi cênavê giştî(الضمير الجمعي) ango bi navê miletê xwe bi soz û peymanane, ku li welatê xwe bi xwedî derkeve û jêre canfîdabe ta bigihêje şefeqa rizgaryê û ji bin nîrê koledar û dagerkiran rizgarbibe.
Doz û daxwaz
Kurdistan tû li jorî, em li der xakê beyanî
Ev ne jîne ko dibînin, lê felek çerxek girane
………………..
Doz û daxwaza me jîne, ger bi kuştin, yan bi hiştin
Tê bibîne ko carek, em li ser goh û çiyane
Di vir de helbestvan pir bi hêvî û omîde, û ew xilaskirina welatê xwe yê bindest pir nêzîk dibîne, û ji cênavê diwem-Kurdistan tû- derbasî cênavê yekem dibe- ev ne jîne- û dîsa li yê diwem vedigere – tê bibîne- bêyî ku nefesa xwe bistîne. Weha rengekî diramiyet dide malik ûrêzên xwe, ew jî tê wê manê ku nava helbestvanê me dikele û pir liwace û bi leze ku welatê xwe Kurdistan zû xilasbike, teknîka didokiya(إزدواجية) navnîşanê jî vî tiştî dide xuyakirin ku herdû peyv /Doz û Daxwaz/ bi yekmanê têne bikaranîn, ev jî nîşana kelandina dile û leza azadiyêye.
Ji alîkî din ve bi gelek ahîn û nalîn helbestvan dûrbûna xwe ji welatê xwe dide nasîn, û bûye bi hesreta xaka welatê xwe, û dûrbûna ji welêt bê havil û bê wate dibîne û dibêje:- Ev ne jîne ko dibînin, lê felek çerxek girane – Lê wê çibke.. felek û dewran li serê wî û miletê wî geryaye û hukmê felekê çerxeke girane mirov xwe li ber nagire. Diyare jî ku berxwedan û raperîneke mezin di nava helbestvanê me de pêkhatiye, û ew bi soze ku bi zor vegere ser xaka kurdistan, ji ber ku ew û miletê kurd herdem doza wan jîn û jiyane. Evna jî dide nasîn ku helbestvan ji mêranî nakeve û keftelefta azadiyê bi xurtayî dike.
Azadî
Hemî alem ji bo wî bendeware
Felek herdem bi wîre dost û yare
Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
Li vir helbwstvan pesnê jiyana kesên azad dide, û dibêjw, hertiştên baş û serkeftî para wî ye, ango bi awakî nediyar jî helbestvan bi rêça dudokya hazirîn û nependî(ثنائية الحضور والغياب) jiyana kesên ne azad jî tîne ber çavên xwênerên xwe, û dide nasîn ku ew kesê azad ne bese hemû mirov lê felek jî hevkarê wîye. Ne weha bi tenê jî lê têveleke wateyî (polyvalence)(التعدد الدلالي) di rêzan de peydadibe, û bi cênavê diwem berê xwe bi keç û xortên Kurdistanê vedike û xwestina jiyaneke azad ji wan dixwaze û dibêje: – Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr-
Di reşbeleka serekê bijîjka, Ahmed Nafiz de
Dixum sûndê bi xanî, hem Cezîrî
Bi Qadirê Koyî û Herîrî
Bi kep û lêvê Cegerxwîn – bavê Xurşîd
Bi zerdeşt û bi cama destê Cemşîd
Me dilsojek ne dîbû xeyrî Nafiz
Yekî dî jî Celadet begê hayîz
Helbestvan li vir dîroka sembolên rewşenbîrya kurdî bi xortayî tîne ziman, û sûnd bi navê wan dixwe, ango van kesan mîna karizmên pîroz di wêje û dîroka Kurdî de dibîne, û bi van sembolên dîroka Kurdî ve pir payebilind û serkeftiye, ku hemû jî serekên netew û wêje û kultûra kurdîne. Rêzên sirûdê di vir de pir bi ritim û bi kêşek zelal hatine rêzkirin. Lê ne gelekî nêzîkî giyanê helbestiyekê poeticîne. Dibêjim jî peyva/xeyrî/ Naviz di rêza pênca de hem peyveke Erebiye û hem jî dibe mîna navekî lêkdayê(مركب) ku xwêner tê de şaş dimîne, dibêjim, ku ji dêlvê ve peyva/bilî/ naviz hatiba wê çêtirba, û kêşa xwe li wê gorê rastkiriba. Ji ber ku dbînim ta peyvek Kurdî cîgirê ya biyanî hebe em ya Kurdî bikarbînin.
Ji bo apê min Nûreddîn
Silava ez bi gulavê di nosim
Bi lêvê xwe du destê te dibosim
Li Bêrûtê tû mayî, yan li Parêz
Mi resmê te şev û roj kirye himbêz
Li vir piroblemeke helbestî li bal helbestvanê me peyda dibe, ew jî ku teknîka pêşvdan û paşvedanê(التقديم والتأخير) ku teknîkeke nûjene di warê helbestê de, ev teknîk li bal helbestvanê me pir kêm bikartê. Mînak rêza pêşîn ku weha hatiba- Bi gulavê silava ez di nosim- wê ji pexşanê xilasba, û hem jî wê bêhtir bi ritim û mozîkba. Rêza din jî weke wê cihê şêwaza pêşvedan û paşvedanê tê de heye. Ji ber ku ev rawestandina li ser peyva/ez/ dihêle xwêner nefeseke ritmî bistîne û piştra pêde here [ bixwîne.
Ev sirûd bi şêwaza(travîlîng) fotogiraf dibe, û hinekî helbestvan sirûda xwe bi peyvên romansî lêkdane mîna- silav- gulav- nosim. Lêv- dibosim- Lê rêza pêşî û ya çaran bi awakî netriyet rêzbûne, û ritma wan hatiye şikenandin. Di vir de jî tasîra Melayê cezîrî li helbestvanê me tê xuyakirin ku mîna şêweya wî peyva Erebî /Dibosim/ di rêza didiwan de hatiye bikaranîn, û bêgûman ji ber ku ritim û kêşa rêza diwemîn neyê şikenandin ewî negotiye/Diramûsim/ û peyva /dibosim/ ya Erebî ji dêlvê ve bikaraniye. Tê xuyakirin jî bê çiqeysî helbestvan bi pesinkerên xwe ve hatiye girêdan û ji wan gelekî hezdike, ji ber ku çiqa pesinkerên wî li bajarên dûr bin jî – lê Bêrûdê bin yan jî li Parîsê bin, ew wêneyên wa ji himbêza xwe nayîneder.
Hezar û neh sed û sala çil û yek
Mejî noşî meya işqê peyalek
……………………..
Bi xwe hêj ez bi ehwalan nizanim
Belê derdê dilê bavê xwe zanim
Çiko rokê mi jêre gotî babo
Xeberdanê te ez sotim bese lo
Digotî min, kurê min, tû nizanî
Ji apê xwe bi pirse, ew dizanî
…………..
Mişo me ez, li zanistê me Samî
Li te pirsê dikê bavê mi Namî
Rêzên vê tikista dawî bi rengê diramiyet û bi dilekî bi kul helbestvan naveoka wan xemilandiye, û lîstikvanê vê dirama jî evin- Nûreddîn- Ap- Samî- û Namî ye- dilbikulî bêhtir di rêza ha de heye ku dibêje:-
Xeberdanê te ez sotim bese lo- Lê rêza ku dibêje: –
Çiko rokê mi jêre gotî babo – hinekî nexweş hatiye û ji çermê helbestê derketiye, pir ritma rêzê hatiye şikenandin, dbêjim ku şêwaza pêşvedan û paşvedanê bihata bikaranîn wê baştir û xweştirba.
Ango rêz weha bigota- çiko rokê mi gotî jêre babo-Yanî peyva /gotî/ berya ya/jêre/ hatibana wê bi gelekî mozîka rêzê xweştir û dirusttirba. Lê rêza herî xweş bi ritm û bi mozîk û bi xeyal di vir de ewe, rêza ku dibêje: – Mejî noşî meya işqê peyalek- Di rêzê de çar karizmên kêf û şahyê cih digrin, ku ew jî rêzaniyeke helbestî pir ciwane, û herçar karizm jî evin: – noşî- mey- işq- peyal- ku em wan di ser hevxin wê mirovekî serxweş û kas û tas di dev de, di nav styer û ezmanê xwenên şêrîn de melevaniyê û sobelanê dike ji meve bê xuyakirin.
Weha me Mele Namî dît helbestvanekî netewperest, bi xwenên welatê xweve hildiperike ezmanên helbestê, û xwenên rizgariyeke şêrîn dibîne, û bi qêrîn û raperîn xortên Kurdistanê radike ser tapana, û cenga azadiyê lidardixe. Lê ji hêlh helbestî ve, sirûdên wî gelekî nêzî pexşan û netriyetê hatine rêzkirin, û nûjenî û xeyal û karizmên hunerî di wan de pir kêmin.