Piştî biryara rawestandina karê xwe di kanala trikî TRT6ê de, hunermenda binavûdeng Rojîn bi dijwarî êrîşî xebatkarên TRT6ê dike. Di hevpeyvîneke taybetî de ji bo beşê kurdî yê radyoya elmanî WDR – Funkhaus Europa Rojîn got ku berpirsên TRT6ê “li ser Kurdan qet tiştekî nizanin û bi çavên dijminayetî li Kurdan dinerin”. Rojîn vekirina TRT6ê weke “gaveke dîrokî” bi nav kir, “lê divê hikumet van mirovên bi qirêj di hundirê vê kanalê de paqij bike, da ku mirovên ku bi kurdî baş dizanin û hertiştî wekî sucekî nebînin û Kurdên ku ji van îşan fêm dikin, bînin”.Stêra muzîka kurdî Rojîn piştrast kir ku li Tirkiyê “li her derê” sansur heye, “lê divê sansurek wilo nemîne, ku xwediyê bernameyê xwe wekî kuçikeke bernameyê nebîne”.
Bernameya “Rojîna me”, ku di hefteyê de pênc rojan dihate weşandin û ji aliyê Rojîn ve dihate pêşkêşkirin, bernameya herî naskirî bû di nav bernameyên TRT6ê de. Berpirsên TRT6ê ragihand ku ji ber Rojîn bê destur neçûbû kar, wan biryara avêtina wê ji kar daye.
Tevaya hevpeyvîna bi Rojîn re dikare îroj di Bernama Kurdî de bê guhdarkirin. Bernama Kurdî her yekşem ji seet 18:05 ta 19:00 (li gorî dema Elmanyayê) weşana xwe dike. Hevpeyvîn herweha dikare di malpera bernameyê de bê guhdarkirin:
http://www.funkhauseuropa.de/sendungen/bernama_kurdi/.

Şîrove (0)