Dermanê gelan


Bihrî Bênij

Ev şaxikên ter     têne    quraftin..!
Birîn    û    keser    têne       axavtin
Hinav û     ceger    pir tên   pişavtin

Zarok û     nûber    têne    hingavtin
Hê  xunçe bijkoj       gul   diçilmisin
Her şev û her roj       can    dihelisin
Jan  li dil  bi noj        kul   namelisin

Çîçelokên     zer       tên  perçiqandin
Kehnî her  û her       tên   miçiqandin
Ji destan    sîper       tên    fistiqandin

Ey miletê  Kurd       çi    xêrxwazî tu..?!
Bin lepê pijmird       belengazî       tu..!
Riya   tarî   berd       bike      gazî   tu

Ger   tu razabî           tê  xwîna sor dê
Wer tu aza bî          tê  xwîna  sor  dê
Ya baş tu rabî           jînê    bide     dê

Çawa    tê  hedar          bê niştiman te?
Pir deng û hewar       hildan ezman te
Kesî ne biryar              ne pûte dan te

Hêza te xwendin        zemîn hejandin
Gelêrî      pendin        çav sor rijandin
Şeker  û  qendin         têne    mijandin

Dermanê gelan           gişa        rizgarî
Wek derdê dilan             wek evîndarî
Bihrî     bi gulan             kir   pişikdarî

Qamişlo..18/2/1989

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…