Şahiya derewîn

Melevan Resûl

Şahîn hene û şahînok jî hene , ev tiştek ne nûye em gelekî caran em virra li xwe dikin û kenê xwe bi nifşên dahatû dikin , heme ez ê wê êkser bi nav bikim , roja 17 nîsanê ka ji bona miletê kurd li Sûriyê tê çi wateyê ?
Bila tu kes bihaneyên erzan û rizî nedin ber rûyê xwe û bersivên pûç nekin perde ji bo rev a ji rastiya ronî .
Ji roja ev herema em têde jiyan dikin û heta niha , ne ji Tirkên osmanî û ne ji Feransiyan û ne ji Ereban em wekî milet li ser vê axê nedîtine
di roja îro de (17 nîsan) ê roja serxwebûna dewleta Sûrî ye , lê ew dewlet jî çendî bi destê kî hatibe rizgarkirin jî ne probleme , em li navan nagerin , her çiqas em di nava xwede bêjin ku hejmarek kesayetiyên kurd di sengerên pêşîn de ji bo rizgariya dewleta Sûrî rawestiyan e û canê xwe kirine gorî , ew nayê wê wateyê ku wan kesan bi navê kurdan xebat û agirê şoreşê pêxistibûn , tu kesî ji wan ne gotibû : ez kurdim û berevaniya vê dewleta ji bo kurd û Ereban tê dikoşim . heger çîka kurdewariyê di damarê wan de hebûya ? wekî hemû xelkê cîhanê di wê serdemê de , wê berxwedan û xebat ji bonî rizgarkirina welat û miletê xwe bigeran e .
Bila em rastgo bin û derewa li xwe nekin , ya rast ewe ku em kurd herdemî bûne kerê siwaran , kî ji der de hatî , qamçiyê xwe li noqa me xistiye û em dane çargavê ji xwere .
Divê ev gotinên erzan nema werin gotin ku me dewleta Sûrî rizgar kiriye , ew (lehingên) berxwedanvan  ji bonî rizgariya dewleta Sûrî mîna çeteyên kurda ne û sîxurê nijada Ereba ne , em gelekî bi wan sernizim û şorin .
Di gelek belavokên partiyên kurdan de vê rojê wekî roja serxwebûnê cejna netewî bi nav dikin , û li wir narawestin , belê di bîranîna vê rojê de berê xwe didin seyrangih û şahiyan dibestînin  .
Ya durist ewe ku em rast bêjin : ne Osmaniyan û ne jê Firansiyan û ne jê Ereban em ne xistine bazara miletiyê  ,  her demî wekî qereçiyan em naskirin e .  ji lew bizava tevgera kurdî lavlav û xebatê dike da ku rehim li ber dilê dagirkerên kurdistanê bigere û çend mafên mirovane bidin me . serê me ji gotinên pûç diêşe , tevî ku rêzgirtina min ji qereçiyan re heye , lê bi rastî rewşa miletê kurd ji tert û belavbûnê hezar carî ji qereçiyan dijwartir e , çar mirovên kurd di gundekî de li hev nînin , sê partiyên li hev di heremekî de nînin , parçekî kurdistanê bi parçê din re li hev nîne , ma ev ne şîn û behiye em têde jiyan dikin û xwezî bi halê qereçiyan !
Di baweriya min de pêwist e di her ahingên bîreweriya cejnên van dewletên dagîrker de , dive ku kurd konê reş vedin û paçên reş li xwe bikin û bi kulma xweliyê bi ser serê xwede bibarîin , çimkî ev rojên şînê ne ne yê şahî û seyrana ne .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…