LÊ NIZANIM ÇIMA?


Xizan Şîlan

ez çûm serlêdana Tehranê
min pêşkeş kir
helbesta Ehmedê Xanî
rûniştim li quncikê meyxanê
li ser bîranîna Omer Xeyam
şûşeke mey vexwar
di ber min re derbas bû Ehrîman
bi fîstanekî qedîfe û qeytan
got; navê min Ayetûllah
lê çima hatim daleqandin

li ser navê Allah û bismîllah?
ez çûm serlêdana Şamê
pêşkeş kir destana Zîn û Memê
min vexwar ava zemzemê
ji xwe derbas bûm wê demê
ez xuşiyam mîna maran
hilkişiyam ser dara xurman
min xwendin û xitim kirin
Tevrat, Zebûr
Încîl û Qûran
lê çima hatin min bi gezan
mîna kefter û guran?

ez çûm serlêdana Bexdayê
min got; ez kevok im
kevokê azadî û aştiyê
ez gerok im
gerokê eşq û dilşadiyê
li Welatê Rojê
li ser axa Cîhanê
digeriyam bost bi bost
ne bejindirêj man
ne jî bejinbost
lê çima li vê cîhanê
kes ji min re nebû
heval û dost?

ez çûm serlêdana Enqerê
soz û peyman birin ji Amedê
min destê xwe dirêj kir
bi aştî
biratî
dostî
û mêvantî
min ew rizgarkirin ji bindestî
lê çima
serê sibê hê ez li seferê
derdora min rapêçandin
zimanê min girêdan bi kemberê
gulle li min barandin
cendekê min avêtin bênderê?

ey mirovahî!
ji çerxa feleka qehpik bipirsin!
ji serdemên dîroka rûreş bipirsin!
çimaaaa…?

              2004-09-09

              Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…