Piştî bi dûmahî hatina êvarîya helbestxandinê ya ku, Komela Hîvî jib o Hûner û Edebiyata li Paytexta Kazaxistanê Almata encam dayî, Nivîskarê koçber Bedel revo ji layê Komelê û serokatîya wê ve hate xelatkirin.
Paşî behhsê qûnaxa dûyan ya serbûra xwe ya edebî kir dema li bajarê bexda li gel hind hevalên xwe yên xûdan serbûra edebîyta bi kurdî kir, h`eja bedel revo kesên wekî helbestvan Necîb balayî, Behcet Hirori, Mehfûz Mayî û Xalid Dûskî kir ku, ewan serbûreka kevintir ya bi kurdî nivêsînê hebû, dîsan div ê semînarê da, hêja revo behhsê têkilî û peywendiyên xwe yên nizîk kir, bi Nivîskar Sediq şero kan`e çawan ew bû palderek ji bo ku berdewamiyê bi nivêsîna bi kurdî bidet, helebstek ji wî ra kire diyarî, herweha berêz Bedel Revo berî seminara xwe bi dûmahî bînît, behsê serbûra xweya edebî ya dervez welat kir, herweha hind helbestên xwe pêşkeş kirin yên ku, li koçberîyê nivêsênadîn, û balkêşa ser wan hewildan û wegerandinan yên ku, ji bo danasîa edebê biyanî bi xwandevanên kurd û herweha xwandevanên biyanî jî bi edebîyta kurdî bê harîkarîya layenekî encamp didet.
Bedel Revo silavû rêzên nivîskarên kurdistanê jî gehandin gelê kazaxî û nama êketîya nivîskarên kurd liqê duhokê û serokê wê hêja Hesen silêvaneyî pêşkeşî xelkê amadebûyî û beşdarên semînarê kirin, herweha gotina birêz Hasan Silêvaneyî li bîr îna dema gotî: Bedel revo Cihê rêzgirtinêye jiber karên wî yên danasaîna edebiyata kurdî bi xelkê biyanî.
Bi xelatkirin û rêzgirtinê seminar bi dûmahî hat, herweha amadekarên vê çalakîyê ji bilî xelatê rêzgirtinê cil û bergên gelêrî yên gelê kazaxisanê pêşkeşî nivîskar bedel revo kirin û herweha gûtina nivîskarê mexrîbî rêzdar îbrahîm al-qahwecî li bîranîn dema derheqî B.revo dibêjît : Wî xem, azar weklat û ûmêdên xwe û yên nîştîmana xwe di cergê xwe da hembêz kirîne û li koçberîyê herdem li gel wî ne.
Nivîskar bedel revo wan rojên dîrokî yên li welatê Kazaxistanê û gelê kazaxî û kurdên xwecihên kazaxistanê qet û qet jîbîr naket herdem di zakîreya wî da di parastîne, piştî ku vegeryay welatê xwe yê dûyan nemsa herdem serûsîmayên wan nivîskar û kesên bi dilgermî ew pêşwazî kirî li bîr diînît.
Serokê komela hîvî li kazaxaistan

Şîrove (0)