Efsane û Mirov .. Bûka Baranê

Xalis Msewer

Çaxên ku mirov di dema zarokatiya mirovaniyê de derbas dibû, li ber diyardeyên xuristê de bê mical û matmayî dima, analîzeke zanistî ji van diyadeyan re bide zanîn…!. Ji ber wilo ji van diyardeyên xuristê, mîna ba û baran, dengê tavan, mirin, lehî û volkan û erdhej…hwd, gelekî bitirs û hesab bû.
Di vê encamê de digot her tiştek di dunyê de, çi zindî çi kevir û çiya çi ba û baran…ew mîna xwe bi ruhekî giyan didît. Û divabe li dûv van diyardeyên bi ruh û giyan, kesin xwedî hêzin bêhemta û xwedakin aferînen de hebin, ji lewma ev dengê ha û xirabûn li dinê çêdibin.
Ev mirovê kevnar didît ku ew nikarê li hember van diyardeyên bi bi hêz û bê îzbat xwe biparêzê. Wê çaxê radibû berzûrî van xwedakan dibû û ji wan re (î-badet) û nimêj û lavadikê, ku xezeba xuristê biser wî û zarokên wî de nebarînê. Lê di warê lava û parastina xwe de, ne bi tenê destê xwe ber bi xwedakên van hêzan dikir, û daxwaza xwe ji wan dixwest, lê ewî lasaya (teqlîda) van diyardeyan dikir, ku xwedaka bi haceta xwe agahdar bukê, li vira bi wilo tenê jî qayilnedi bû, çimkî pirê caran ev mirovê kevnar, di cejnên van xwedakan de, mirovek yan bûkeke xemilandî li ser giyanê wan dikire qurbana, ev jî mîna nimûne li welatê Misrê pêkdihat, ku miletê (fer- ûniya) hersal ji çemî Nîl re Keçikek di xemilandin, jê re dikirin Bûk bi rengegeke vistîvaleke bi bezm û rezm, li ber ava çêm berdidan, ta ku lehya çêm xurt bibê, û mûsimê çandinya wan bi xêr û berket bibê. Lê ev adet piştî derbasbûna heyaman hinbihin qurbanên mirovan betal di bûn, tê gotin jî ku evna cara yekemîn li ser destî Ibrehîm Pêxemberî hatin hilanîn, û ji dêvlêve qurbanên sewalan hatin pêkanîn. Û ta niha jî li deverên Kurdistanê û ji bilî Kurdisatanê xuyadikin. Bûka barênê wêneke ji efsaneke (madî) tê jimartin, ku zarok lasayayetî û (teqlîda) barîna baranê dikin, û pê xwedakê baranê hişyar û agahdardikin, ku baranê baranê li wan bibarênê. Lê berya em wateya vê bûka baranê bidin xuyakirin, emê rengê pêkhatina vê temaşê çawa tê lidarxistin bidin xuyakirin. Di dema berê de, çaxa li ser kesin xwedî erd û çandinî baran demeke dirêj nedibarî, zarok nêr û mê radibûn mîna bûkeke bikesim û xweşik ji paçikên paqij çêdikin, û keçeke yan kurikeke şepal radihite wê bûka paçik û zarokên Gund di dan dûv wê û destên xwe ber bi esîmana vedikirin û hemyan pev re bi yek dengî digotin: Meji xwedê baran divê, Bûka me safar divê, Kolka me kiya divê…zarokan bi vê stiran û lava xwe, li nav kolan û zikakên Gunde zarok di ber deryên malan re diçûn, û ev sitiran û lava xwe bi dengekî xurt digotin, çaxê diber kîjan malê re jî derbasbûna, kevaniya malê radihijte zerikek av bi ser wan zarokan dadikir, ku zarok şil bibin û xwedê li wan û halê xizmên wan binêrê û baranê li wan bibarînê.
Lê piştê danxuyan kirina me ji efsana Bûkabaranê re, ka em çi ji vê mîtolociya dîrokî digirin û qezencdikin..?
1- Ev efsane derdixe wê navê ku baran hevqasî li welatê Kurdan bi nirx û buhabû, ji ber ku jiyana Kurdan û hemû xelkên vê navçeyê, li ser şînahî û çandinyê nemaze genim û ceh, jiyana xwe berdewam dikirin. Û tê xuyakirin jî ku baran li vê vê navçê  kêm dibariya, û gelek sal û demsal bi zuhayî derbasdibûn, û baran nedibariya. xelk jî diketin warekî abûrî pir zehmet de, ji ber wilo bêgûman Kurdan jî keçka xwe didan xwedakê baranê, ku baranê ji wan re bibarîne.
2- Lê tê wê wateyê, ku di çaxeke pir kûr û dûr de, Kurdan û miletên navçeya mîzopotamya, keçika xwe li brer çem berdidan û di fetisî, dikirin dehye ji xwedakê baranê re, jibonî xwedakê av û çeman razîbikin, baran bibare, û av û lehyê ji zad û sewalê wan re bişîne, nexasim miletên derdora çemên nîl û dicle û ferat, van miletan wekehevî dinavbera zana pîrekê û şînahya erdê de didîtin, ango keçik an pîrek dizê û zêdebûnê çêdikê, weha jî erd çandiyê ji zikê xwe drdixê. ango bivî karî xwediyên keçikê ji xwedakên baranê û çem re lavadikin, ku bi mirina keçika wan erd avisbibe û xêr û xêratên xwe derêxê.
3- Tê wê manê jî ku Kurdan û xelkên wê navçeyê hertişt mîna xwe mirovan bi ruh û giyan didîtin dixwin û vedixwin û dizewicin û zarokan tînin, ji ber wilo ev keçik dikirin bûk û ji xwedakên çeman û baranê re diguheztin.

4- Di wê çaxê de qurbanên mirovan ji xwedakan re pêşkêş dibûn, ta mirov hinekî di jiyanê de li pêşketin, û olên asîmanî di nav wan de daketin ev adet û lasayên ha betal bûn û ji diêlvê ve qurbanên sewalan û bûkên paçikî hatin pêşkêşkirin. Dibêjin jî ku Ibrehîm pêxemberî yê yekemînê li dunyê ku qurbanên mirov guhertine bi sewalan, ew jî li hêla bajarê Heranê ku li Kurdistanê dikeve pêkhatiye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…