POŞANDINA HENASEYÊ

 
Bêkes Reşîd.
Bekes2can@yahoo.com
 
Diyarî… Çavên Hozan Mahmê.

Pêwendiyeke sosret
Rûnivîseke kesayetîyî qurmiçandî
… ji hin dabeşkirinên serpêç

Rûnivîseke

Pêwendiyeke sosretRûnivîseke kesayetîyî qurmiçandî… ji hin dabeşkirinên serpêç

Rûnivîseke
… ji hin tiştên ko nebin derhûdên qederên xwe
Ji wanên ko min berê çend bêje li ser nivîsandibûn, cuda
Ji hertiştî cuda
Li qozîkeke tarî
Bêyî tiştekî
Ax xweda… axxx
Li xwe dimîne
Bi xwe dimîne
Çi biyane
Çi ji te… çi ji min!!!
Te dispêrim asman
Te û niyaza ko aso pê mişt bûye
Hesta piçûkaniyê
Mîna evînê
Ji hemû perçên rûpelan, cîwaz
Ta wek niha… û
Ez di piçûkaniya xwe ya berevajî de
Belkî di navbera hiş û matbûna herdem de, cudabûn ev be
Vergera dîtina te… û
Çend vegerandinên di wê riyê bi xwe de, tên min
Rabirdûyeke ne tevave bo çareserkirina hindekî ji min
Lê…
Di dawî de jî, di armanca xwe de dimîne
Wek gelek tiştên ko çi carî napejirînin bibin ji min
Yan yên min !!!
Ji xwe… çi qasî ew tişt bêjimarin
Dîsan tu û ez
Pêşbazî bi hemû hêlan re
Mîna tevger û lerzandinên wan cinawerên piçûk
Bext û lîstika wan di nav wê girêz û demûşê de
Bextreşiya çend salên dûriyê
Qiriktaliya bendewariyê
Xwelî li helperistiya rewşê bibare
Her lava bû ji leza demê
Tirsa gelek tiştan
Tu li hember çavan û ez di hundurê tirsê de
Akam jî tirsa xweperistîyê bû
Hinavên kelandî xwe vedşartin
Dîsan xiniziya rojan biserket
Dive tu bawer bike
Tu bo min ew pîrozayîyî
Ew hezkirina nependîyî
Ew hêviya bêdawî
Hêviya ko tu li her tiştî bibûre

Hêviya ko tu hindekî ji min bi xwe re bihêle.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…