TENHA TU

 
Bavê Narîn
 bavenarin@hotmail.com

Tiya evînê, ta dikarî dil û cergê min bidoş

Ava jiyanê ger binoşî?fermo ji kan’ya min binoş
Warim ji dildojên evînê re, hemin kanî me ez
Cana’m bese,derdan nekoj,kanî ziwa nabê bi lez

Hîv im li asmanê evînê, ger bivê ez tê me xwar
Stêran bibarînim, seva te’y reş bikim cejn û bihar

Derdan ji çavên te bimalim, dûr bixim yara delal
Ma ne mixabin tu nebînî Sorgul û Beybûn û La’l

Sûndê bi çavên te dixwim,ta ez hebim dê yar tu bî
Eşkenc bi min şêrîn dibe ger hevdem û cinar tu bî

Fermo,li ser çav û dilan,çav rênêrîna te dikin
Bax û gulîstanên dilan, bêr’ya cinîna te dikin

Gorî te bim, kengî jiyana bê evîn pîroz dibe !?
Xemla biharê bêyî te, kengî li wê Nîroz dibe!?

Xewnin hemû naçin serî pirsê dikim: Cana’m çima?
Dadî ev e ma ey Xweda kolê te bim nêva xema !?

Ger rojekê te gote min, nasî di nêva me’d nema
Çêbûm û va dimrim bizan, ku d’nêv dilêm tenha tu ma

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…