Komek rewşenbîr û hunermendên Kurd li Almanya bajarê Oldenburgê di bin dîroşemeya “em bi we re ne girtiyên zindana Edra´´ li hev civiyan û gotin.Ev 25 rojin girtiyên azadiyê li zindana Edra bi canê xwe şerê rêjima zilmê dikim
Ev 25 rojin kulîkên Kurdistanê di nav çar dîwaran de li ber xwe didin
Ev 25 rojin girtiyên Edra bi berxwedana Diyarbekir şadibin
Ev 25 rojin gelê kurd li kolanan bi wan re li hemberê zilmê diqîrin
Ji 12 avdarê û heya niha helwesta hunermend û rewşenbîran û xalên hevbeş yên xebatê.
Nuqteyên hevbeş yên kar û xebata Kurd.
Çalakiya girava birçîbûnê li zindana Edra û dengvedana wê û rola piştgirya rewşenbîr û hunmermendan.
Erkên Rewşenbîr û hunermendên Kurd li hember çalakiya zindana Edra.
Cihê hunermend û rewşenbîran di tekoşîna azadiya gelan de û rola wan.
Û gelek xalên din yên cuda cuda hatin gengeşe kirin.
Ji serî heya dawiyê çalkî bi rihekî berpirsyarî hat meşandin û hemî beşdar tevlî danûstandinê bûn. Li ser navê PYD ê birêz Dijwar û Newaf Xelîl tevlî çalkiyê bûn û dîtinên partiyê û rewşa hevalên xwe yên di girtîgeha Edra de di giravê birçîbûnê dene dan xweya kirin.
Ezer Osê helbestvan, Hoşeng Biroka lêkolînvan û helbestvan, Hêmen Kurdaxî helbestvan, Cano Şakir hunermend, Serhed Bucak siyasetmedar û nivîskar, Abdilhemîd Xelîl nivîskar, Welîd Hemza(Yekîtî), Dara Ahmed siyasetmedar Yekîtî, Sîpan Birahîm endamê PYD, Newaf Xelîl rojnemevan (PYD), Dijwar PYD, Anwer bavê Alan nivîskar, Mehmûd Sîno nivîskar (Yekîtî), Rodî Xelîl Şêwekar, Ronîcan Heso hunermend, Zubêr Salih hunermend, Bengî Agrî hunermend, Hadî Şingalî hunermend, Xebat Şakir helbestvan, Mustafa bavê Gîvara nivîskar, Bişar Bacinî hunermend, Fadil Şêxmus nivîskar.
Mina. Sazkarê Kurd Kamîran Hisên, Sehîd Karmend, Eyob Kurt Karmend, Ezîz Mehmûd, Mustafa, Diya şivan û bavê şivan, Mam Hisên Hewran( bavê şehîd Sebrî) û Abduleh.
Bê goman gelek welatparêzên Kurd hatin cihê çalakiyê lê mixabin min navê geleka ji wan nasnekir lê ya herî girîng ew bû ku teva bi hatina xwe diyarkirin ku bi girtiyên xwe re ne û doza wan ji nêz ve dişopînin.
Her wiha jî Serokê PEN a Kurd birêz Zerdeşt Haco, Şanoger Kawa Şêxê û Nivîskar Fêrgîn Melik Aykoç bi telefûnê piştgirya xwe ji bo çalakiyê dan xweya kirin.
24.11.2009 Oldenburg/ Almanya

Şîrove (0)