Dildar ismail
Peyva tazî çiye : peyveke vekirye bê sînore, peyveke rastiye kurte û Levhatiye , lê xwiyaye hinek ji bona hinka nerazîbûna xwe didin xwiya kirin û ji rastiyê ditirsin û li pişta perdên reş lotka didin piştî votka Divexwin. û ji bona wilo her em berdewa min . em miletekî bindestin Welatê me parçeye û her parçekî sed parçeye, û parçebûn parçîn nabe û Bi hesanî birîna kûr derman nabe . û dijminê me teroristiya xwe Berdewam dike li ser gelê kurd û roj bi roj pir dibe û kes nakê dengî , Tenê nîv rûpelek tê nivîsandin û li ser malperên kurdî belav dibe.
Dibêjin em dixwazin serbest bên berdan dem hatiye guhertin û rêjîm Divê dev ji vî karê han berde û çîroka mafê mirova li dare..((rêjîma bahs Û mafê mirova çawa li hev dike …..tir li kû û das li kû)) û em dengê xwe Hildidin hemî dunyayê û emê rojê bixin ceng û emê agir bikin pereng û Zebeşa bidin ber kêra û rehnê mirîşka bidin ber deva û şevê bikin şeva Dendik û gwîz û sêva…??? pirs li kû windadibe sal dibhurin û dih roj Derbasdibin dîse girtin berdewame û dîse ew nivîsa berê tenê nav tê Guhertin û rojê xwe weha berdewam dikin û salê xwe dibhurênin ..lê Pirs eve kî dengê we dike , kî li we guhdar dike ji ber tû bengih nehatine Avakirin li derveyî welat û ti hêz jî nikarê bê ez berpirsiyarê gelê kurdim Ji ber her yek dibê ez û ez… denge an renge wehaye rewiş dibhure , kanî Dengê şêrên demê, şêrên bi tolikê ve girêdayî û sûnda ku dixwin li ber Bernameyên ku ji bona çareser kirina pirsa kurdî li kû avê divexwe. kî Dengê we dike û heya kengî bê dengî û çareserî bi parçebûnê parçîn Nabe û bê yekîtî welat rizgar nabe .
11.01.2009
dildarismail@hotmail.com