Rewşenbîrî çiye…? Rewşenbîr kiye…? Rewşenbîrê kurd kiye…?

Xalis Msewer

1- Rewşenbîrî çiye
Peyva rewşenbîr û bi latînî(Celture), ji çandiyê û şikenandina qada bûr hatiye lêkbirrîn, û mîna wê jî şikenandina nezaniya mirovên nexwendî û cêhil, û amedekirina wî ji ronî û şewqa zanyaryê re.
Zanyarê mezin (Taylor), rewşenbîryê didenasîn û dibêje: (rewşenbîrî ew lêkdana bitemametiye, ku êbistmolocî, û ol û mîtolocya, û huner, û rewişt, û yasa, û kelepûr, di bin siya wê de cih digrin.Û çi adat û teqalîd û lebatên, ku mirov mîna endamekî civakêye bi dest dixe).
Evna tê wê mane ku ew kesê rewşenbîr, xwedê sînga wî ji roniya zanistê re vekiriye, û tarîbûna nezanyê li ser çav û mejyê wî daye alî, ku karîbû piştî westandin û rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji çemê rewşenbîryê têr vexwe. Ji ber wilo navê rewşenbîran bûye ronakbîr, ku di şevên tarî de dibin mûm û finer li pêşya miletên xwe vêdikevin û ronî didin. Tê gotin jî, ku pêwendiyek diyalektîkî, di nav bera zanyaryê û hişyar bûn û xwenasînê de heye, çiqasî mirov zanyarya xwe zêdebike, hevqasî jî hêşyar dibe, û xwe ji memleketa heywanatiyê bi dûrdixe, û kare di gola mirovantiyê û şahrestanyê de melevaniyê dike.         

2- Rewşenbîr kiye
Rewşenbîr ewe yê ku hişyarbûneke xurt di mejyê wî de hatibe bi cihkirin, û nerîna wî ya siyasî kûr û dirêj bibe, û giyanê fîdakaryê vêre xurt bûe, û karê xwe bicih bêne, û bi bûyerên milet ve hatibe girêdan
Û li pêşya miletê xwe bilive, û bi êş û derdên vî miletî ve pir hatibe girêdan, kun (Lênin) jî, ji berê de gotiye:(Rewşenbîr çavên miletên xwene).
 Bablo Nîroda jî dema jê pirskirne: Tû helbestvane tu girêdaye bi êşên miletê xwe ve yan na…?. Gotiye:(Tu daxwazên min yê mizin nînin, ji bilî wê dixwaza min, ku ez bi helbestên xwe xizmeta xelkê bikim, mîna min mîna nanpêj ji nanê xwereye, û mîna xerat ji masêreye). Bi kurtê karim rewşenbîr weha bipesinînim, ûwezîfedarbikim.      

3- Rewşenbîrê kurd kiye
Ez dibînim ku divabe rewşenbîrê kurd çave miletê xwebe, û ji kelepûra miletê xwe têr vexwe, (wehî) û bi eqlaniyet, û bi mehiyekî vekirî, û kultûra azad û rizgarkirin, û bi ramanên berxwedanê ve gava bavêje, û nehêle ku diyardeya ji hevketin û nezanî û xurbet têkeve nav civaka kurdî de, û ramanên berxwedanê daxe nav milet, û fikr û ramanên çewt û nerast ji nav milet bi nivîsarên xwe bide alî, û ramanên istiratîcîk di nav de kûrbike, û civaka xwe li pêşbixe bi herdû beşan netewî û civakî.  û mîna helbestvasnê espanî yê herî bi nav û den Fidrîko Garsya Lorka dibêje: (Gereke hunermend di rojên zehmet de, bi miletê xwe re bigirî û bikene, gereke em dev ji gulên zenbeqê berdin û ta bi newqê di nav heryê de biçikin, ku em karibin bi wan kesên li zenbeqa digerin alîkarbin).
Ramyarê îtalî Giramşî jî dibêje:( Rewşenbîr di binyata jorî de, ji her teşkîla abûrî – civakî de, aliyek serekanenin).   Lê dibêjim: rewşenbîr tevlî vê û wê, ewin dil êşên netewa xwene û navnîşanên guhertin û rabûn û hişyarbûna welat û miletê xwenin, pîvanên şaristanî û pêşveçûna wanin, di nav netew û welatên din de hilgirê nameya milet û welatin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…