BEHÎNAME

Qahîra konfransekî li ser pirsa kurdî li Sûrya Himbêz dike

 Di rojên 23 û 24 /1/2009 an de konfransek li ser pirsa kurdî li Sûrya li dar ket. Instîtûta ASPEN li Berlîn hemî partiyên Hevbendiya Dêmokrat a Kurdî li Sûrya, Eniya dêmokrat a Kurdî li Sûrya û Komîta Kordînasyonê ya kurdî (licna tensîqê) , vexwendî vê konfransê kiribûn..Ji wan nûnerê heft partiyan amade bûn. Herweha komek ji çavdêrên biyanî yên pispor di pirsa Kurdî de jî amade bûn.

 Di roja yekê de li ser program, xwestin û armancên partiyan û xalên hevbeş û cudabûnên di nav van programan de, axavtin hate kirin û paşê li ser rewşa civakî û aborî jî guftûgo çê bû, bi taybetî pirsa jinê û xortan û rewşa wanî îroyîn û xwestinên wan û girîngiya van pirsan di program û xebata partiyan de.
 Di dewama civînê de li ser têkiliyên tevgra kurdî bi rikberiya siyasî sûrî re axaftin bû, û li ser pirsa girêdana çareseriya pirsa kurdî li sûrya bi dêmokrasiyê ve û ta çi radeyê Kurd dikarin azad bin di danûstandinên xwe de (çi bi rikberiya siyasî re û çi bi rêjîmê re), axaftin bû.

 Roja din dewamkirina wan mijarên li jor bû û paşê giranî hat li ser stratîciyên ko tevgera Kurd ji xwe re danîne yan wê di pêşerojê çi stratîciyên nû ji xwe re deyne, danûstandinek fereh bû..Di beşê dî de li ser faktorê derve û rol û piştgîriya dezgehên navnetewî û bi taybetî yên ko bi pirsa mafê mirovan mijûl dibin, birek ji bîr û baweriyan hatne guftûgokirin..

 Di dawiyê de partiyên beşdar daxuyaneyek hevbeş belav kirin tê de xwestinên rewa yê miletê kurd destnîşan kirin û yekîtiya tevgera kurdî weke alavê herî girîng ji bo pêkanîna van xwestinan hate diyarkirin.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…