Em hunermendê rojavayê Kurdistan Me bi dilekî xemgîn nûçeya koçkirina dawî a hunermendê internasyonal Aramê Tîgran bihîst. Aram xwediyê kesayeteke azad û bihêz bû ku heya katjimêra xwe a dawî girêdayî çand û hunera gelê Kurd û di pêşxistina çand û hunera kurd dee xwedî erik bû.
Em li ber stran û awazên hunermend Aramê Tîgran mezin bûn û emê bi hemî hêza xwe li mîrasa ku nemir Aram ji me re hiştiye xwedî derkevin.
Here bilbilê gelê Kurd oxirbe ji te re.
Here mamoste, bi deng û awazên xwe civata pênûsa azad a ku li goristana deriyê ruhayê li benda hatina teye xweş bike.
Here bera bircên keliha Amedê li ber strana te govendê bigre
Here cihê ku kulîkên azadiyê lê vedibin cihê hêviyên xwe, oxirbe mamoste oxirbe.
Em ji malbata Tîgran û hemî hizkiriyên strana Aram re sersaxiyê dixwazin û êşa koça wî bi wan re parvedikin û dibêjin bera serê wan û gelê Ermenî û gelê Kurd saxbe û ji xwedayê dilovan dixwazin ku cihê mamosteyê nemir buheşt be.
S.Ç.H.R.K
08.08.2009 Almanya
08.08.2009 Almanya