MIN DI EVÎNA XWE DE HEMBÊZ BIKE XANIM


Demhat Dêrikî

Diyarî bo Dilawer û Diyana: Dema ku evîn hemû sînoran derbas dike û evîn
 hembêza xwe ji evînê re vedike û her du di deryaya evînê de dibin yek.

Xatûna min!
Hemû şev û kêlî di hunandin û rêsandina xewnên te de
Temenê xwe di katijmêra demê de diborînin.
Hemû peyv û hevok di kolana sing û berê te de ji dayîk dibin

Û di navbera lêvên te de sed siwara dikin qurban.
Erê xatûna paytexta evîna min
Rojbaş tuyî
Nîvrobaş tuyî
Êvarbaş tuyî
Şevbaş tuyî.
Tuyî qehweya sibê û silava min ya jînê…
Li vî welatê ku ez û tu eşqa axa xwe bi strana eşqê distirînin
Te di tabloya dilê xwe  de dikim xatûna stêran û
Hemû rêngên wêneya te ya ku min li ser dilê xwe neqişkirî ji rengê caniya te ye xanim.
De dergehê dilê xwe veke
Û bi wî kenê xwe yê gulnarîn bibêje;
Fermo were, min di nava cenga ramûsanên şevê de hembêz bike,
Ji laşê min kaniya vejîne û di nav de avjeniyê bike cano!
De ka hembêza xwe veke xanim, min di nava di salên xwe de bibe
Bila hemû demsalên te ez bim
Bila hemû aşopên te ez bim, bila hemû şahiyên te ez bim.
Bila û bila neynika te ez bim
Bila siya dara te ez bim
Bila keser û beşrîna te ez bim keça rojhilat.
De hembêza xwe veke û min di evîna xwe de hembêz bike xanim!…

demhatderiki@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…