BEHÎNAME

Komite ava bû, ma Mehricana helbestê

Di 28.07.2009an  de komîta sala borî ya birêvebirina mehricana helbesta kurdî li derveyî welêt, banga komcivînê di gelek malperan de weşandibû. Di daxuyaniyê de hemû nivîskar û helbestvanên rojavayê Kurdistanê ji bo damezirandina komîta îsal (2009) di 23-08-2009ê de hatibûn vexwendin, mexabin tenê pênc nivîskar amade bûn, ji wan sê kes ji komîta sala par bûn, her pêncên kesên amadebûyî dê bi kar û barê Mehricana  Helbesta Kurdî 2009an rabin  ew jî ev in:
Keça Kurd, Arşevê Oskan, Elî Cafer,  Qado Şêrîn, Xunav.

Ji ber ku kesine din amade nebibûn, her pêncan kar û barê lidarxistina mehricana îsal (2009) avêtin ser milên xwe û soz dan ku di demek nêzîk de hemû pêdiviyên pêkanîna mehricanek serkeftî bi cih bînin.
Her wisa dê di nêzîk dem de deriyê vexwendinan vebe.
Hêjayî gotinê ye ku ji sala ku helbestvanê nemir Cegerxwîn koça dawî kiriye, mehricana helbesta kurdî li rojavayî Kurdistanê lidar dikeve, û çend sal in ku li derveyî welêt jî berdewam dibe.
Komîta Mehricana Helbesta Kurdî 2009.
 23.08.2009

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…