Konî ReşDîkranê Sakoyê Mêlo (Bavê Aram) û seydayê Cegerxwîn dostên hev yên nêzik bûn. Gelek caran Cegerxwîn xwe di mala wan de vedişart… Aram ji biçûkaniya xwe ve hez lêdana amûrên muzîkê wek tembûr û cimbişê dikir. Ango di 15 saliya xwe de wek tembûrvanekî ermenî ku bi kurdî, ermenî û siryanî distrê û di nav xelkên Qamişlo de dihat naskirin.. Di rêka bavê wî re, dostaniya wî bi seydayê Cegerxwîn re çêbû û helbestên wî kirin stran… Hêjayî gotinê ye ku, gelek gotinên stranên Aram yên bavê wî bixwe ne. Wî di hunermendiya xwe a dor 50 salî de, bi kurdî, ermenî, erebî, siryanî, yûnanî û tirkî stran gotine. Belê zêdetir bi kurdî stra ye û wek hunermendekî kurd hatiye nas kirin. Aramê Dîkran; di salên xwe yên dawî de, jiyana xwe li Atînayê, paytextê Yûnanistanê derbas dikir.. Ta ku di roja 06/08/2009 an de, ji ber xwîndawerivîbûna ser mejiyê wî ket nexweşiyekê ji nexweşxaneyên Atînayê de û di sibeha 08/08/2009 de, jiyana xwe ji dest da.. Belê sed mixabin rayedarên Tirkiyeyê destûr nedan ku li Amedê bê veşartin wek ku wî dixwest… Li ser vê yekê malbata wî biryar dan ku termê wî li Brukselê veşêrin. Û wiha wê di roja duşemê de 17/08/2009 an, piştî merasimeke layiq pê, wê wî di goristana Jette de a li taxa “Boulevard de Smet de Naeyer” veşêrin. Hêjaye gotinê ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji bo beşdarbûna termê Aramê Dîkran û xwesteka wî, çûye Brukselê û hin axa Amedê bi xwe re biriye ku li ser gora wî bireşîne…
Sê zarokên wî hene, du keç bi navê; Eyçîmîk û Sîvan û kurek bi navê Agob. Ta roja îro birayê wî Serkîsê Dîkran (Bi navê Bavê Dîko tê nas kirin) û zarokên xwe li Qamişlo dimînin. Bav û diya wî di salên heftêyan de li Ermenistanê koça dawî kirine. Yezdanê gewre tevan bi dilovaniya xwe şad bike. Bela serê gelê Ermen û Kurd sax be.
- Min ev nivîs bi alîkariya Serkîsê Dîkran, birayê Aramê Dîkran yê ku li Qamişlo maye berhev kiriye.

Şîrove (0)