Salar Salih
Dîroka Rojnamegeriya Kurdî
Dîroka rojnamegeriya kurdî girêdayî ye dîroka malbata Bedirxaniyan, wek ku tê zanîn malbata Bedirxaniyan bingeha rojnamegeriya kurdî danîn û li ser destê wan hate damezirandin.
yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan di 22 nîsanê de sala 1898 an , Miqdad Medhet Bêk Bedirxan li bajarê Qahire weşand, bi zimanê kurdî û tîpên erebî, Piştî ku ew bêhêvî bû li Istanbûlê derxîne.
sedemên ku nehiştin rojnamegeriya kurdî ji xaka welêt destpêbike, ew bûn zilm û zordariya sultanê Osmanî Ebdulhemîdê Diwem digel hin sedemên dîtir de , rojnameya kurdistan hat çapkirin li çapxana Hilal li Qahira, û piştî nexweşiya Miqdad birayê wî EbdulRehman lidarxistina wê berdewam kir li hin bajarên Ewrupî wek London , folkston, Cinêv, bi tevayî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistan hat weşan ta rawestandina wê di sala 1902 an.
kovara kurdistan cihek balkêş di dîroka rojnamegeriya kurdî de girt , ne ji ber ku rojnameya kurdî ya yekemîn bû tenê , lê ji ber şêwazê wêyî dîmoqrasî û pêşketî , çanda kurdî bilind dinirxand , û navtêdan dida gêncan ku bixwînin , ji ber ku xwendin bingeha pêşketina milleta ye.
Rojnameya kurdistan nav û dengek mezin li derve stand , Ebdulrihman Bedirxan di hejmara 13 an de dibêje: ( ji weşana rojnameya me gelek kesên biyan tê de beşdarbûn, wek Elman , Nêmsawî , Îngilîz , ku di nav van kesan de , kesek Elmanî hebû navê wî Martin Hartman bû , zanîbû bi piraniya zimanên rojhilatî û dixwest fêrî zimanê kurdî bibe bi alîkariya wî.)
Di sala 1913 an de, mîr Ebdulrezaqê Bedirxan rojnameyek bi navê Kurdistan li bajarokê (Xoyî) li Îranê, bi piştgirî û alîkariya Simko Axa Şikakî lidarxist.
Sala 1915 an rojnameyek bi navê Kurdistan li bajarê Helebê bi zimanê kurdî lidardikeve.
Sala 1908 an mîr Surya Bedirxan derçûna rojnameya Kurdistan li Isanbûlê berdewamkir, lê cardî rawestiya, û piştî rawestandina cenga cîhanî ya yekem di sala 1917 an de cardî mîr Surya Bedirxan rojnameya Kurdistan lidarxist.
Sala 1932 mîr Celadet Emîn Alî Bedirxan yekemîn kovara kurdî bi ABC ya latînî bi navê Hawar li bajarê Şamê lidarxist, û bi derçûna rojnameya Hawar, yekemîn car di dîrokê de, zimanê kurdî bi tîpên latînî hate nivîsîn, 57 hejmar ji Hawarê derketin ta ku rawestiya di sala 1943 an de, bi tevayî 808 rûpel in, hejmara 1 di 15 gulanê de sala 1932 an derket, hejmara dawî ya 57 di 15 tebaxê de sala 1943 an lidarket.
Di sala 1942 an de mîr Celadet Bedirxan kovara Ronahî lidarxist, yekemîn car wêne di kovarek kurdî de bi kartên, 28 hejmar ji kovara Ronahî lidarketin ta adara sala 1945 an, bi tevayî 584 rûpel in.
Sala 1943 an Dr. Kamîran Bedirxan rojnameyek bi navê roja nû li Beyrûtê weşand bi ABC ya latînî, di heman salê de rojnameyek dîtir bi navê Stêr lidarxist, ew jî bi ABC ya latînî bû.
Ev rojnameyên kurdî yên ku lidardiketin bi rolek pir mezin rabûn û bi taybet di warê ziman û wêjeya kurdî de, û pirên helbestvanên navdar mîna : Cegerxwîn û Osman Sebrî û Dr. Nûrddîn Zaza û Qedrî Can, bi saya mîr Celadet Bedirxan û kovara Hawarê hatin naskirin, ku berhemên xwe di nav rûpelên Hawarê de diweşandin .
Piştre rojnamegeriya kurdî li Sûriya dikeve qonaxekê ji rawestandinê ta destpêşxeriya seydayê mezin Cegerxwîn di damezirandina kovara Gulîstan de di sala 1968 an de, dûvre jî gellek rojname û kovar lidarketin, hin ji wan serbixwe bûn û hin ji wan girêdayî partiyên siyasî kurdî bûn, ji wan kovarên ku bi zimanê kurdî lidardiketin:
Gelawêj, Stêr, Pirs, gurzek gul , Zanîn , Aso , Buhar, Xunav, deng, zevî, Jîn, Helez.
Tiştê hevbeş di nav van kovaran de, ku ew ne gerînî bûn di derçûna xwe de, toşî rawestandinê dihatin, û hin ji wan di bin bandora nexweşiyên partiyên siyasî yên kurdî de kar dikirin, û bi parçebûnên wan re, ew jî parçe dibûn.
Pênasîna ragihandinê û endamên wê:
ragihandin têrmeke tê bikaranîn jibo destnîşankirina çi emrazî an dezgeh an rêxistin be, ku erkên wan belavkirina nûçeyan be an veguheztina agahiyan be, ev dezgehên ku bi vî karî radibin tê nasîn bi dezgehên ragihandinê, herweha tên nasîn bi desthilata çarem, jiber bandora wan ya kûr û berfireh di civakê de, di sîstemên dîmokratîk de dezgehên ragihandinê bi rolek giring radibin di sazkirina raya giştî de, herweha çavdêriya giştî li ser karê her sê desthilatên dewletê û emrazên wan dikin.
Prosesa ragihandinê ji pênc endaman pêktê:
1-Jêder (المرسل) : ew komît an kesê ku dixwaze bandorê li yên dîtir bike daku baweriyê bi raman û nerînên wî bînin.
2-Bîner / xwêner (المتلقي): ew kesê an koma, ya ku jêder dixwaze nameya xwe bighînê.
3-Name(الرسالة) : ew raman û têgehên ku jêder dixwaze kesên dîtir pê bawer bike.
4-Şêweyê têgihiştinê(وسيلة التفاهم) : ew dezgeha ku nameyê ji jêder dighîne bîner/ an xwêner.
5-Armanc(الهدف) : ew bandora ku jêder dixwaze li yê bîner bike ji navaroka nameyê.
Temezê ragihandina kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 15 Adarê
Dezgehên ragihandina kurdî li rojavayê kurdistanê piştî şoreşa 15 adarê, di navbera du aliyan de hatin dabeşkirin:
•Ragihandina girêdayî partiyên siyasî kurdî, rojname û kovarên xwe berdewam kirin, di aliyê form û rengan de pêşketinek baş çê bû, lê ji aliyê navarokê de ma di wî şêweyê ragihandina partîtî ya tek alî de, herweha hin tv jî vebûn ku bi ser partiyan ve bûn.
•Ragihandina girêdayî dezgehên civaka sivîl, li tev ku bingehek aborî tebût ji wan re hat dabîn kirin, û rolek aktîv di civakê de lîstin, lê ew negihştin asta ragihandina azad jiber sînorên ku xwe pê pabend kirin , çi ji hêla biryar û zagonên desthilata dîfakto ve, û çi ji hêla merc û fermanên dezgehên dana dirav.
Ango piştî pênc salan ji şoreşa 15 Adarê em dikarin bibêjin ku tu dezgehek ragihandinê azad û profîşînal taybet bi rojavayî kurdistanê nehat afirandin, ta nuha qenalek asmanî profîşînal li rojavayî kurdistanê çê nebûye, ku karibe ragihandnik azad li gor pîvanên navnetewî pêkbîne, û nerînên cuda cuda li ser ekranê xwe biweşîne, helbet tu dezgehek ragihandinê li cîhanê tevdî serbixwe tune ye, jiber ku çi dezgeh bi pêwîstî dirav e ta ku bi erkê xwe rabe, lê niha pîvanên ragihandina azad û profîşînal hatine naskirin li ser asta cîhanî.
Tenê dezgehên ragihandinê yên başûrî Kurdistanê (herêma Kurdistana Îraqê) bi rolek erênî rabûn, û bi taybet herdû qenalên asmanî yên profîşînal (Rûdaw,Kurdistan24), wek ragihandinek azad bandorek mezin li sazkirina raya giştî li Rojavayê Kurdistanê kirin lidor pirsên giştî, lê ev yek bixwe ne bese û gerek bû qenalek asmanî profîşînal taybet bi Rojavayê Kurdistanê bête vekirin, lê bisponseriya kê wê ev qenal vebe !?
Nameya ragihandina kurdî jî ne diyar bû, û di bêtirî wê de di çarçoveyê kar û karvedanê de digeriya, ev jî ji ber ku tu projeyekî ramyarî û siyasî tewaw ji rex tevgera siyasî ya kurd nehatiye ragihandin, lewra bandora ragihandinê sînorkirî bû di warê avakirina kesayetiya welatiyê kurd yê ku bikaribe berevaniyê di ber maf û hebûna xwe de bike.
Lewra em dikarin bibêjin ragihandina kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê pilanek tewaw bû ku karibe armancên xwe cîbicî bike di qezenca raya giştî de ji bo piştgiriya pirsên ku guftûgo li ser çê dibûn, herweha di aliyê romalkirina bûyer û nûçeyên bilez de, ev ragihandin pir lipaşketî bû, bi sedema ku ew dezgeh û alavên ragihandinê û karmendên pispor jêre peyda nebûn, lê bi tevayî em dikarin bibêjin ku ragihandina kurdî piştî 15 adara 2011an , tenê di aliyê hejmarê de pêşketinek bêhempa pêkanî, gellek dezgeh û projeyên ragihandinê avabûn, û rêjeyek nekêm ji wan toşî rawestandinê hatin jiber sedemên cor be cor.
Hin pêşinyar bo pêşxistina ragihandina kurdî:
Ragihandin bi rolek giring û sereke radibe di pêşkêşkirina agahiyan de derbarî kultûr û dîrok û çanda milletê kurd de, da ku karibe hebûna nasnameya netewî ji milletê kurd re biparêze, li dijî êrîşa agahiyên dijber, ku gellek dezgehên ragihandinê wan agahiyan belav dikin.
lewra pêşxistina ragihandina kurdî li rojavayê kurdistanê pêwîste li ser van bingehên jêrîn ava bibe:
•Di serî de , divê ku jêderên dana diravî bo dezgehên ragihandinê bên dabînkirin, çiku bo serkeftin û berdewamiya çi projeyê ragihandinî rewşa abûrî giringtirîn bingeh e.
•Rakirina serperiştiya partîtî ji ser derçûnên rewşenbîrî û yên ramanî, jiber ku ev serperiştî bi şêweyekî nerênî bandorê li mijar û ramanên nivîsê dike .
•Sazkirina dezgehên taybet bo erkê ragihandinê, ku pispor û rojnamevan têde cih bigrin.
•lidarxistina kovarên terxankirî bo yek mijarî , jiber ku pirê kovaran xwe radigihandin wek kovarek : ramanî, rewşenbîrî, wêjeyî, folklorî, … , lewra ew rastî gellek astengiyan dihatin, ku karibin hevrêziyê di navbera van hemû mijaran de di heman demê de pêkbînin.
•Piştgiriya rewşenbîr û nivîseran, û çapkirina pertûk û berhemên wan.
•pêwîst e ku tevgera siyasî kurdî bi hevkariya revendên kurdî li derve hewil bidin ku qenalek asmanî taybet bi rojavayê Kurdistanê vekin.
wek encam, em dikarin bibêjin ku ragihandina kurdî li rojavayê kurdistanê nedikarîbû bighêje asta rûdanên şoreşa 15 adarê û şerê navxweyî li Sûriya, herweha hîn ragihandinek kurdî azad ku nerînên cor be cor romal bike, û bê layenî nêzîkî bûyeran bibe nehatîye afirandin, û wekû tê zanîn li hemû welatên cîhanê , azadiya ragihandinê rê li pêşiya pêşketinê di hemû waran de vedike .
Hesekê
22/4/2016