Di Rojbûna Yelmaz Guney (1937 – 1984) de Silav li giyanê wî bin

Konê Reş

 
 (..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pîre berdewam
bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê
be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û xeman, evîn û hezkirinê
bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin..)
 Yelmaz Guney
 Di yekê nîsanê de 2016, (79) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi
nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe.
 Yelmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em wî
bibîr bînin?
Yelmaz Guney kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û
dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê
re da xuya kirin û eşkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe
diyar dikir..
 Ew di 1ê nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê.
Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û
perîşan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji
avdana bexçan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û
nivîsandinê kiriye.. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar
(Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û
17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982an de bi beşdarbûna wî di
festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê
xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
 Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û
gelek filmên din hene.. Di sala 1983an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi
alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kişandiye.
 Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sala 1983an de (Enistîtuya
Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî,
Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûreddîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Şerîf Wanlî.
 Ew di 9ê Êlûna 1984an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi
rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û
Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên
Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.
 
 Ma nehêja ye ku em her sal wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind
deynin?
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…