BEHÎNAME

kewê Botanê Reşîdê Elanê ji nav me koçkir

Dêrika Hemko sibeha çarşemê 4 / 6 / 2008an dengbêjê xwe yê navdar û hêja Reşîdê Elanê bi gorkir , Reşîdê Elanê di sala 1935an de li gundê şerefiya Botanê hatiye jînê ,  di salên çilî de malbata wî ji bakurê kurdistanê koçkiriye başûrê rojava û li Dêrika Hemko bi cih bûye , Reşîdê Elanê yek ji dengbêjê serêlî û pehîzokên Botaniye , ji nifşê stiranbêjên gelêrî û miqamên kurdî ya resene , ew bi xwe ji malbatek hunerî şarezaye , birayê Ehmedê Elanê û Evdo Elana ye , cihê wan di rêza pêşî de ye ,di nav a çand û stirana kurdî a resen de
bi dehan stiran bi dengên xwe yê  zîz û zelal li dûv xwe hiştine û parastine , em sersaxiyê ji malbata wî re ,û ji hemî hunermend û parêzvanê awaz û stirana kurdî re dixwazin , nemir REŞÎDê ELANÊ wê weke kewên Botanê herdem di guhê me de bistirîne û bixure , bi hêviya  ku herkes li awaz û stiranên gelêrî û dengbêjiyê  xwedî derkeve û biparêze .
4 / 6 / 2008 Dêrika Hemko

CIWAN DÊRIKÎ

—————
SERSAXÎ
tevna çand û hunera kurdî-Dêrika hemko ji malbata ribatê Botanê Reşîdê Elanê re , û ji hemî denbêj û stiranbêjê gelêrî re . . sersaxiyê dixwaze , bi koçkirina dawî ji jiyanê stêreka geş ji ezmanê dengbêjiya kurdî gurijî , û dilê me xemgîn kir , çimkî Reşîdê Elanê yek ji dengbêjê heyranok , pehîzok û serêliyên Botanî ên resen bû , bi keda xwe sedê stiranên gelêrî parastine û ji nifşê dûv xwe re hêlane ,
dengbêjê hêja wê herdem di dilê me, û di civat û şevbêrkên me de  bijî ,dîsa em bi navê  tevna çand û huner a kurdî – Dêrik sersaxî û serxweşiyê ji malbat , dost , dengbêj û huermendên kurd re dixwazin , bila dengbêjiya kurdî herdem li xweşya we here .
4 / 6 / 2008
tevna çand û hunera kurdî-Dêrik

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…