Azad KurdîGireva han a nerazîbûnê li ser bangewaza PDKÎ hate meşandin. Vê partiyê daxwaz ji gelê Kurd kiribû ku bi vê hencetê bi meşandina çend liv û tevgerên aştiyane û sivîl, Şehîdên Viyenê ên sala 1989’an bibîr bînin û siyasetên terorîstane ên rejîma Komara Îslmaî şermezar bikin.
Lewra roja şemî 22’ê Pûşpera sala 1387’an a Rojî, hevberî 12’ê Tîrmeha 2008’an, bi hinceta 19’hemîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û hevalên wî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gireveke giştî hate meşandin û li bajarên Urmiye, Mehabad, Seqiz, Bokan, Şino, Nexede, Pîranşar û wd… dikan û bazar bi tevahî hatin daxistin û girêdan û hatin û çûn li gundan ji bo bajaran bi tevahî hate sekinandin. Li tevahiya bajarên din ên Kurdistanê jî heta radeyeke xuya û berçav dikan û bazar hatine daxistin.
Ji bilî vê çalakiya girseyî û mezin, her vê rojê û bi wê hencetê, seet 22’ê şevê bi dema Rojhilatê Kurdistanê, piraniya xelkê Kurdistanê çirayên mal û cihên karê bo dema 3 deqîqeyan temirandin û bi vî awayî wefadariya xwe bi Dr. Qasimlo û bersiva erênî a xwe ji bo PDK Îranê xuya kirin. Her wiha êvariya wê rojê xelk li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi kincên Kurdî hatin ser rê û şeqaman.
Hêzên Ewlekarî û leşkerî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê gellek hewl dan ku b tirsandina xelkê û gefxwarin ji gel, pêşgîriyê ji vê çalakî û gireva giştî a gelê Kurd bigirin, wan îcazenameya hemû dikandaran ji wan standibûn û bi xwe re biribûn û gef ji wan xwaribûn ku her dikandarek roja 22’ê Pûşperê, salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, dikanên xwe neveke, em dê derfata karkirina qanûnî, zagonî ji wan bistînin. Lê bi wan gef û hereşeyane û gellek yên din, xelkê biwêr û emegnas yê Kurdistanê guh û bala xwe neda rejîmê û bi girseyî û berfireh ew girev lidarxist. Di wêneyên bi vî nûçeyî re rastiya han tê xuyakirin.
Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte hatibû ragihandin û li bajarên din ên Îranê hêz ji bo bajarên Kurdistanê hatibû anîn, lê gelê Kurd hêcet û mihana serkut û tund û tûjiyê neda destê wan û gireva han bi awayekî berfireh û girseyî hte lidarxistin û Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin bibîranîn.
Agiri & Zarathustra News

Şîrove (0)