Doh li gundê Sarincê / herêma Bûbilanan, saet li şeş û nîvê êvara 30ê meha êlona sala 2008an kurdperwerê hêja Şakirê Birehîmê Qaso, (bavê nivîskar û romannivîsê kurd Laleş Qaso), çû ber dilovaniya Xwedê. Îro, 01/10/2008, danê sibehê, bi beşdarbûna cemawerekî zexim ji kurdên Nisêbînê û gundên derdorê, ew di goristana Pîr Kemal de, li gundê wî Zorava veşartin.Hêjaye gotinê ku rehmetî di heyamê xwe de, wek rewşenbîrekî kurd di herêma Nisêbînê de dihat naskirin. Hem jî dostekî nêzîk ji apê Mûsa Anter re bû…
Em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin! Bele sere wan sax be û serê gelê kurd sax be.
Rehma Xwedê li cenabê wî be û cihê wî bihişt be.
01 10 2008

Şîrove (0)