Helbest u Vidyo

Li ber dergehê deqekî rêwingî

  Tengezarê Marînî

Spêdeyekê, li kolana hişê min, di xeweke jixwerazî de birîndar ketibû.
Xelwetgeha  wê, rû bi rû bêciriya xwe li bazara êşan belavkir.
Nehişiya min ji nişkekê ve, hawarên xwe hijmartim, yek, do, sê, gelek, nema tên hijmartin.
Ne derya, ne jî bej dikarin susretên min û te li hev par bikin, ji nav hev derbixin.
Xeftanekî dilê te hebû, te li min aland.
Qupçolkên berê te, keldumana şerekî li Orok bû.
Ne tu bûyî ya rût û tazî, ji daristanê, te kovîbûn derbasî sîstema xewna min kir?
Ne tu bûyî, ya Sîpan heta bi ezelê xemgîn hişt?.
Û…tu diçûyî.
Rojekê dê erd û ezman bi germahiya min bisojin û..
Tu, dê li gerdûnekî din, xunav, pêrgî min bibî, êdî ne tu û ne jî ez, em hene.

„ ji bîranînên pezkovî, rûpelê xwînê, sala bêhtir ji stêrkên rêka kadiza“

1.
Sîber û bayekî birîndar

Tu, li nêv daristanê
hîn dizanî?
daran sema dikir
stêrkên me
li ezmanan difirîn
navên me li ser
diçirisîn

Tu,
li nêv daristanê
tilîkên me bi êgir dilîstin
hîn dizanî?
stêrkên me
ji daran hildiweşiyan
ramîsanekê ji kela xwe veciniqînim

Tu,
daristanê,
xêz dikêşan,
hîn dizanî?
me reng dît,
li nav sîbera darê, kevir diçand
Dareke birîndar..
hawara min î herdemî

Tu,
daristan nivistibû
hîn dizanî?
xewnên me hilo bûn
hingiv li ser
zimanê me dibariya
Me xewna nexweş dîtin
weha bihitî…
Tu hîn dizanî?
daristan min berdabû
dar dîtibû
daristan
helbestên spîçolkî
Remedîlka peyvan…

2.
Reva şeveke ji peyvê, di bîranînên rêwiyekî de
Vegeriyabûm.
Rûpelên pirtûkan ji ser hev radikirin –
ji xwe dûr diketim,
ji we
rojê xwe av didan,
rêkên wê
xewnên min maçî dikirin.
xewna min
li perava din didanî,
Pirtûk bayê rûbarekî
di sewîlkê şeva min de

3.
Keser û tixûbên kenekî sar
Henaseke sar bû
ji nêzîk
ji dûr ez nehingavitim

Carekê
tiblên min
destê
pirça havîneke bêwar bûn 

Weha bêdeng,
baroveke spêdê
dema şev diçe lîs

Weha hêsan
mîna lihevketina pêlên
baskên belatînkan

Hindekî bêhtir
ji roniya ramîsaneke nazdar
helbesta min
bi hêlên bêdengiya te serxweş dibe
Dimirim..
li ser sînga te,
peyvên min şevbuhêrka xwe dikin..

4.
Û dema ba li helbesta min xwe dipêçe
Ez
Stêrek im.
…
Ez
ev şev..
dilê min dibarîne …
karwanekî
poşmaniyê reviyayî ,
xemgîn,
Helbesta ji rondikekê vehûnayî..
giran.
dibare. 
Dêmên te, …
bi ser velirizîna şeva min de.

Destên te
… giriyê te.
»de ka min haş bike!«

Ez,
berf …
û gavên aceniyekî
ji vê axa şil
hemî lerz
di dilê..
te de
geş bûn
xelmaş e,
spêdeya bêrîkirinê
li ber pencera dêmên te

Bêriya te..
û ya nehatî gotin
bi sal û zemanan.
û…

ba li vir e..

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…