Sîrwan H. Berko dibe mihvanê programa «Dîwana Gel» ya TISHK tv

 Bi helkefta derketina raporta sala 2007ê ya li ser azadiya çapemeniyê ya rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a naventeweyî bernameya “Dîwana Gel” a Tishk Tv hevpeyvînek bi peyamnêrê Kurdistanê yê Peyamnêrên Bêsînor (RSF) Sîrwan H. Berko re pêk anî. Rewşa azadiya çapemeniyê li Rojhilata Navîn bi giştî û ya li her çar beşên Kurdistanê bi taybetî mijara bernameya “Dîwana Gel” bû.
Ev bername li studyoya Tishk Tv a li Parîsê hate tomarkirin û dê sibe, roja înê (29.02.2008), dora seet 19.15 (li gorî dema Ewropaya navîn, piştî bernameya li ser Şehîdan) bê nîşandan.

 www.tishktv.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…