Daxuyanî ji bo raya giştî

 Yekşema buhurî, ji seet 00.30 ve, hin kesên nediyar dest bi êrîşên li dijî Malpera Amûdê kir. Hewildanên wan berdewam kir ta ku ew seet 16.26 bi ser ketin û karî derbasî beşekî ji Malpera Amûdê bibin.
Di encama êrîşê de kesên ku dixwest serdana Malpera Amûdê bikin, dihatin şandin bo malpereke propagandayê ya Tirkên faşist. Wekî din êrîşkeran nekarî ti ziyanê bigihînin Malpera Amûdê. Ev tê wê wateyê ku wan nekarî Malpera Amûdê bi tevayî têk bibin, wan nekarî tenê faylekê jî têk bibin.
Li gorî lêkolînên ku du pisporên teknîka malperan ên kurd û swêdî pêk anîn, êrîşa ji navnîşana IP 88.253.134.136 pêk hatiye. Ji vê IPyê ne diyar e bê ev êrîş ji kîjan welatî pêk hatine. Tiştî eşkere ew e, ku êrîşkeran kêmasiyek di programa malperê de peyda kiriye û bi alîkariya hin program û vîrusên ku di internêtê de peyda dibin, derbasî malperê bûne û xerabiya xwe kiriye.

Tevî ku me ji mêj ve dikarî malperê dîsa vegerînin wek berê, me biryar da ku em weş,ana wê rawestînin ta ku pisporên teknîkê ewlekariya malperê xurtir bikin û rê li ber êrîşîne nû bigirin. Hêviya me ew e ku mêvanên Malpera Amûdê dê bikaribin di zûtirîn dem de serdana malpera xwe bikin.

Em vê derfetê bi kar tînin ku em sipasiya hemû dost û hevalan bikin ku em di vê rewşê de bitenê nehiştin. Em bi taybetî sipasiya herdu pisporên kurd û swêdî dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji do de di nav hewildanan de ne.

Birêvebiriya Malpera Amûdê
07.04.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…