Wê kengî tol were hilanin?

Salih Cefer

Berî çend rojan min bihîst ku emerîkîyan Elî Kêmawî radestî Iraqîyan kir, kêfa min gelekî xweş bû û min bi xwere got vaye roja ku kurd li bendêne hat.
Roja 16 î adarê Elî Kêmawî bajarê Helepçe da ber kîn û cehra Be’sîyên regezperest û şofen, min jî di dilê xwede got vaye berpirsîyarên kurdan doza Elî ji emerîkîyan kirin ku wî di roja 16 de li bajarê Helepçe an dereke din bi darve bikin.
Ev hêvî ne ya min tenêye, ew ya gelek kurdane û bi taybet jî xwedîyên qurbanîyan yên ku cîgera xwe wenda kirin, ew jî li hêvîya vê rojê bûn ku hinekî kezeba xwe honik bikin û heyfa xwe ji sembola rejîma Be’s hilînin.
Şêîyan di roja cejna misilmanan de heyfa xwe ji Sedam hilanîn û guh nedane rejîm û peya û hezkirin Sedam, wan bi ya xwe kir û kezeba xelkê xwe honik kir û heyfa xwe ji wî xwînrêjî hilanin û siloganên xwe jî di dardakirina wîde bilind kirin.
Piştî roja 16 e derbas bû û sibê nûçeya bi darda kirina wî di kenalên televizyonî de der neket, hêvîyên min li erdê ketin û ez gelekî xemgîn bûm, lê min bi xwere got belkî  di roja 21 de vê hesretê ji dilê kurdan derxin, lê piştî ku roja 21 jî derbas bû û tiştek nebû, min tê derxist ku hêzên siyasî yen başûrê kurdistanê nikanin heyfa gelê xwe zû zû hilînin.
Eger kurdên başûrê kurdistanê di vê demê de nikanibin mafên xwe bi cî binin û heyfa xwe hilînin, gelo wê kengî kanibin ?!
Piştî ku rewşa Êraqê baş bibe û hêzên siyasî yên ereb û turkmen û heznekirin gelê kurd pişta hev bigirin û bibin yek, wê demê wê kurd kanibin heyfan hilînin !
Dîrok tim dûbare nabe û fersend jî tim bi dest mirovan nakevin, eger di van rojên teng de heyf neyê hilanîn, ew tu carî nayê hilanîn.
Hêzên siyasî yên başûrê kurdistanê vê berpirsîyarîyê radikin û divê bi qendî wêbin, eger wa nebe wê nifşên dahatû daxawza vê berpirsiyarîyê ji wan bikin.

22.03.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…