Girkê-legê /1/5/2008 Z : Bi helkefta serkeftina jimarek bêtir ji 30 qutabiyên zimanê kurdî di ezmûneyan de , û bi amadebûna rêzdar Selah Beyro nûnerê ragihandin û komîta fêrbûna zimanê kurdî û endamê komîta navendî di partiya demokrat a kurd di sûryê de -partî , di gel bi rêz M.Emîn û Simaîl Şeref nûnerên rêxistinê di komîta navendî de
û bi mihvandariya Baxên jinên Dêrika Hemko û çend kesayetên welatperwer , û bi beşdariyeke mûzîkî ji koma Zêwa ya folklorî , ahengek piştî rawestandina hûrdemeke bê deng li ser giyanê pakrewanan di ber sirûda ey reqîb re hat li darxistin , li destpêka ahengê bi rêz M.Emîn bi kurtayî li ser girîngiya ziman û pêwîstiya axaftinê bi zimanê kurdî yê resen axivî , paşê rêzdar Selah Beyro gotina saziya ragihandinê bi zimanê kurdî xwend li ser bandora ziman di hebûna miletan de û pêwîstiya pêgîrî bi gotina D.Nûredîn zaza : heger tu bi xwazê xwe naskê û bi dê naskirin bi zimanê xwe bi xwîne û bide xwendin ….
Dûvre gotina saziya Gulana çandî ji aliyê rêveberê wê ve bi rêz L.Elî hat xwendin , û baxê jinên dêrika hemko jî pîroznameyek ji qutabî û mamosteyan re hinartin , paşê gotina qutabiyan ji aliyê qutabiyekî serkeftî ve hat xwendin û têde sipasiya saziya gulanê kir li ser karê wê yê pîroz , û li dawî û piştî ku pirogram bi mûzîk û berîkaneyên bi diyarî û gotinên mîrê tîpên kurdî hat navbirkirin, bawername ji destê rêzdar Selah Beyro li qutabiyan hatin belavkirin , û hersê qutabiyên ku pila wan di ezmûnê de bilindbû hatin diyarîkirin , û bi mûzîka hunermendên koma Zêwa û şêraniyên mihvandariyê aheng kutabû.

Amadekirin
Gulana çandî
Gulana çandî