DERDÊ JİNA

  ANTON ÇEXOV

qewxa malê
Ev çi jin rastê min hat! Bi karda têm malê, wek mîna guran birçî me, hela mezekin, xwarinakî danîye bermin! Yekjî ji vî malê da axaftin jî qedexeye! Nebukî tu devê xwe vekî, qîyamet radibe; girî û hêsirê wî li wê demê hazire! Na bavo, ne sucê kesekî ye, qey çi pêwîstîya zewacê hebu!   

Mêrê malê, wiha got u kevçîyê destê xwe bi hêrsekî avît nav tebaxê, cîhê  xweda rabu, derî bi hişkolekî lêxist û odê de derket. Xanima malê dest bi girîyan kir, destmalê va ruyê xwe girt û ew jî odê de derket. Bi vî awayê xwarin hat qedandin.
Mêrik çu li oda  xweya xebatê, deveru xwe avêt ser dîwanê û ruyê xwe xist nav balîfê:
“Gelo çi gunê min hebu ku ez zewicîm! Çîye! Zewac tiştekî başe! Tiştekî başe ku meriv dibe xwadanê malê! Weylêê!! Hun enîya min de xwudana dîlanê zuwa nebuye, vî zewacê daye canê min”.
Paş panzdeh deqan, li piş derê odê dengek tenik hat bîhîstin, dengê lingên sivik…
“Erê, niha jî emê malmalok bilîzin, mi aciz bike; bigrî û bêhurmetyê bike û peyve jî mîna pisîka xwe bide ber derî ji bo hevhatinê mana bigere… Îblîsê zîrz! Hevhatin ji te re! na! Wek ez xwe dardakim hê çêtire”.
          Mêrik li ber xweda ketibû fikiran û wî demê derî hedî hedî vebu, lingên sivik ketin hinder, hedî û baldar, rast û rast berbê dîwanê meşîyan.
“E serçawan! Çi dixwazi!? Hevhatinê!? Wellehî dixwazî bigirî, dixwazî fîza bike, lê,  tu nikarî ji minda tiştekî bigirî. Wekî birînekî xedar jî bibînî te pirsek ji min dernexist. Ka dibînî ez radikevim û naxwazim jî bipeyîvim…”.
Mêrê malê ruyê xwe hêjî xûrt xist nav balîfê û bi derewa dest bû xirînî kir.  
Ema, wek hun jî dizanin, mêr jî wek qasî jinan jarin. Dilê wan hildan, bi ken xistin ruyê wan ne tiştekî tengîne. Mêrik gava germayîya canekî li pişta xwe bihîst, ji bo hinek lê şun veke, lingê xwe da hejandin û hêdîka şemitî paş dîwanê.  Lê belê, ber xwe da xeberdan berdewam kir:  
          “Û, dawîya dawîn… em dîsa bi hevre ne, hindekî berê em hevra pevçun, û  nihajî xwe daye pişta min! Bîskek bi şun de emi dest bi maça jî bikin û li ser çoka jî berbigerin. Heznakim ez van lîstikên evîne!..  Tev ku hertiştî… gerek dîsa jî ez wî ef bikim. Belengazê bi vî rewşêda hîştin ne mêranîye! Demekî bihêlim bila hindekî dîsa rencîr be, cezakî biçuk û bi pişt re…”
Tam ji wî demê, bi bîhnekî kur û germ ber gohê mêrê malê da derbasbu, mêrik wek xu derbasbu, xweş bu. Dawîya wî re bîhnekî din germ û xweş, û yekê din…. Du re li ser milê xwe destekî  sivik û biçuk hest kir.
“Off! Ev çi tiştekî şevezenge. De çi halê wî heye bila bibîne! Gelo ez wî cara dawî ef bikim!! Hekena rebenê ji xemgînîda bêhêz bikeve. Ya rast bi  vê care  sucdar jî ez bum! Min ji meselekî bêqîmet da pefçunekî mezin derxist… Axx, delala min”.
          Mêrik, xwest ji xanima xu hemêzke, ji bo dest avît paş xwe û veciniqî; rabun û qêjîna wî bu yek û got: “Tuuu”.
Ji ber ku:
Yê kî li xwe cem wî dirêj kiribu, xêncî kuşkê malê Dianka ji ne kesek din bu.

Bi Rûsî de wergerandin: Firat & Helîm PERO

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...