Zimanê daykê û kesayetî

    Beşîr Mele

bi geşepêdan û guhertinên şêweyê jiyana civaka mirovan re, ziman jî
 gerekdarî derbirînên taze dibe. ku karibe bersiva wijdan û pirsgirêkn li rû hestên mirovatyê xwe vedigrin bide.

 di pir hêlan de,kêmanî ne ya zimên e ,di derbarê derbirînê de,dema ku fikr bi xwe di kêmanya têgihştinan de be”(1)  û nikaribe ,ziman bi nazenînî bi xebitîne.”fikir dûrî bêjeyê nikre bijîte …ziman nîşendeka herî bihêzê di gewdekirina tiştên giyanî û diravî  de”(2).rola zimên ya sereke ye û faktora yekemîne di parastina kelepor,sinc û wijdanê her çînên civakê de.
Ji bîrkirin yan ne bikaranîna zimanê netewî,birrînek e bingehîn bi xwere tine ,qonaxa borî ji dîrokê winda dibe.civaka bê pêşeroj ,civaka bê bingeh û paşeroje jî.ji lewra metirsiya ,ku zarok ne bi zimanê daykê fêrî zaniest û nirxên wijdanî dibin,tehlûkeyek mezin di hestê wan de ava dibe .
“divabe zarok di binya deh salan re hînî zimanê biyanî nebin” (1) ku karibin mejyê xwe şîr bidin, bi zimanê daykê ji bîrwerî ,hiner ,kevneşop û dîroka xwe.
da di avakirina keseyatya zarok  de ,ev kevrên yekemîn bi cîh bibin.vajî vê ,zaroka ku ne bi zimanê daykê mezin bibe û hînî hiner û dîroka xwe nebe,bi zûtirîn tişt talan dibe,û xwe li ber bayê asîmilysyonê nagire.
Di vê pirsê de dagirkerê kurdan û her dagîrker di  dîrokê de ,gava pêşî û seretay ,zarokên  gelê dagîrkirî ,bi ziman û rêbazên xwe wan perwerde dikin, zmanê wan yê resen qedexe dikin.nifşên weha qonax bi hesanî asîmile dibe. Li çar hêlê Kurdistan.tirkirin ,firskirin û erebkirin,di asta herî bilin de ye. ev rêbaz di bingeha xwe de ,ji tevkujiyê dijwartire.di pişavtina netewan de ji hêza Atomê jî bi tund tire.bê ceng û şer miletek ji resenya xwe dadiger û bi xwe xwe dikuje.
Ji hêleka dîtir gelê ku du zimanan bi kartîne jî, weke tovê tunebûna xwe li pêşya xwe diçîne. Bikaranîna du zimanan ji hêla hest û wijdan de diyardeyek neyênî bi xwere tîne.” dema du ziman di bin banekî de hevcîh dibin,sar û cemidî namînin  ,di nav bera wan de nakokî û dujtîk veşartî heye .
Bi kêferatek çînayetî  dizê“…(1) û dibe sedemê birakujya fikrê.miletekî ku newekhevî di fikra wî de peyda bibe,miletekî ne saxleme.
Civata fewdal bi hemi êşên xweve ,ji civaka bajaravanya kurdên îro  ji vê hêlê ve bêtir li ber xwe dan.qonaxa wan xeleka bingehîn bû ji bo zimanê kurdî ,pir tiştin hêja bi nirx ji vê qonaxê re afrandin.li himberî van kedên mezin ,mexabin bajarvanya  hin kurdan, bê şer û ceng zimanê xwe teslîmî widabûnê dikin.ew dizanin bê çi dikin ? nirxên pêşeroja borî bi tevayî winda dikin.(ji bo kurdên bakur metirsiyeke cidî û berçav e)
Metirsiyeke bê hempa ye, ku miletek zimanê xwe bikar neyne û bi xemsarî nêzîkî zimanê xwe bibe; tê wateya ku xwe ji kok û bingehên herî pêwîst dibire.ziman ne tenê azîne , ragihandin û guhestna fikrane;ziman dîrok û felsefa hebûna civaka mirovane.dibe mirov bi zimanekî dîtir hînî çand û dîroka mirovatyê bibe.belam nikare bi wî zimanî, wijdan , derûn, bîranînên xwe;dûrî dengên zimanê  xwe yê taybet têr bibe.zimanê biyanî nikare di her deman de bibe elternatîfê zimanê daykê.hiner, xeyal û bîranîn ,afsane û filiklor…ev pêçayî zimanê daykê ne, û xalên bingehînin di avakirina pirsa kesayetya mirovî de.di vê hêlê de zimanê daykê ne kêmî giringya memik û şîrê wê ye di heman demên temenê hesas û zirav de….

Çavkanî:

(1)Malpera menaabir-Abdulah bin Trkî :ziman û wijdan

(2)Alî Harb:zimanê felsefê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…