Kovara W Hejmara 23’yan Derket!

Xwendevanên hêja û delal,
Bi destpêka payîzê re wekî ku we şopand û bi baweriya me ku niha gelek ji we jî beşdar bûne; liv û tevgerên ji bo ziman wek pêlekê bi ser rojevê de girtin. Vê yekê dilê tevahiya kurdîhezan xweş kir û ew hêviya ku bi girtina qursan re şikestibû ji nû ve vejiya û baweriya bi TZP Kurdî geş û gurtir bû.
Gelî xwendevanan,
Ji bo gihîştina armancê û bidestxistina derfetên nû ji bo zimanê kurdî, xebatên berfirehtir û xurtir divên. Bêguman di vê pêvajoyê de bar dikeve ser milê her kurdîhezî/ê. Her yek ji me dikare tiştekî bike. Kesekî/e ku bibêje “tiştê ku ez bikim tune ye” nîn e. Em hêvîdar in wê her kurdîhez bi vê berpirsiyariyê tevbigere û em ê di kar û barên xwe de pêşdetir herin…
Wekî her hejmarê me dîsa ji bo dosyeyeke bi mijareke taybet cih di navbera rûpelên Wyê de veqetand. Ji bo vê hejmarê dosyeya bi navê “Ji kela Siphiyê heta Stockholmê axîneke ji kezebê: Lawikê Xerzî Mahmut Baksi” ji aliyê Enîse Şîrîn Çager û Salihê Kevirbirî ve hate amadekirin. Salihê KEVIRBIRÎ bi nivîsa xwe ya “Mahmut Baksi: Nexşeya jiyana kurdewarî”; Azad ZAL bi “Mahmut Baksi û sê romanên cuda; ‘Hêlîn’, ‘Gundikê Dono’, ‘Serhildana Mala Eliyê Ûnis’ ”;  Yaqob Tilermenî bi “Du xalên girîng: Klasîk û nû û afirîneriyeke çawa?”; Gabar ÇIYAN bi nirxandin û hevpeyvîna xwe ya bi navê “Evîna welat di dilê min de ye” ya ku bi Mahmut Baksi re kiriye; Helîm Yûsiv bi “Jiyana bi teqereq, mirinek e bêdeng”; Kakşar Oremar bi “Me bi kûraniya evîna te zanibû…”; Amed Çeko Jiyan bi “Têkoşer, dildar û xebatkarekî azadiyê: Mahmut Baksi” û Serwet Denîz jî bi “Axx! Axîn û ax û ax” li ser jiyan û berhemên Lawikê Xerzî dîtin û nirxandinên xwe nivisandine. Hêviya me ew e ku salvegera dilovaniya jiyanhez, rewşenbîr, romanûs, siyasetmedar û rojnamegerê  me yê hêja Mahmut Baksi bibe bersiveke çanda xwedîlêderketinê…
Ji derveyê dosyeyê nivîskar û helbestvanên me bi berhemên xwe yên giranbûha rûpelên kovara we xemilandine.
Xwendevanên hêja,
Di vê hejmarê de me rêbazeke nû pêk anî. Me ji bo helbestê wekî lijneya şêwrê 3 kesên nirxandêr diyar kir. Ji bo ku em zêdetir aliyê helbestê xurt bikin me helbestên ku ji bo kovarê hatibûn radestî lijneyê kir. Li gorî nirxandina lijneyê, me helbest hilbijartin û di vê hejmarê de me ew weşandin. Bi vê rêbazê ew ê kovara me xurtir û dewlemendtir bibe. Me di vê hejmarê de dest pê kir; bi xêr em ê lijneyên bi vî rengî ji bo çîrok, pexşan û beşên din jî ava bikin û bi awayekî rûgeştir, baştir derên pêşberî xwendevanên xwe yên hêja û delal… Ji bo nirxandin û keda wan em ji rêzdar Arjen Arî, Omer Dilsoz û Mamoste Taqyedîn re sipasiyên xwe pêşkêş dikin.
Di hejmara pêşiya me de mijara doseyeya me “Raz û sembolên wêjeya kurdî ya devkî û hişmendiya civakî” ye. Em hêvîdar in ku kesên pêwendîdarê vê mijarê ew ê bi nirxandin, lêkolîn û pexşanên xwe piştgiriyê bidin me…. Her wiha ji bo hejmarên din em dixwazin mijarên wek “Mîhrîcanên herêmî yên kevneşopî”, “Feqiyê Teyran û wêjeya Kurdî” bigirin dest. Ên ku xebatên wan hene û dixwazin bixebitin, berhemên xwe bi me re parve bikin em ê kêfxweş bibin. Ji bo kesên ku dinivîsin netengijin û bi rihetî bixebitin wek daxuyaniyekê em ji niha ve kesên têkildar agahdar dikin.
Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de….

Naverok

Ji Edîtor…………………………………… 2
Çima felsefe / Feratê Dengizî 
3 Di zemanekî de zemanekî dinê ye Marcel Proust / Fewzî BÎLGE
6 Zimanê bihuştê / Jonathan CARROLL …..…… …………. 8
Qedexe qet naqedin / Yilmaz GUNEY …………….. ………….. 11
Hatûbatên sêdilî / Omer DILSOZ ……………… 13
Çûyîn / Dilawer ZERAQ ….…… …..……… 15
Here / Selmet GULER ……………… ……… 16
Çîroka te û wî /Dilxwaz Herdem ………… ………. 17
Pênc kurteçîrok / Evdile KOÇER …………………. 18
Mirin /  Şevger ÇIYA ……………………….….. 19
Min nizanibû ku li vê dinyayê jî bihuşt heye / Behlûl ZELAL ….. 23
Wextên xewneroj veşartî / Şivan Ar………..…………26
Şikefta Xwekuştinê / Aram GERNAS ………………… 27
Ferhenga koçeriyê – I –  / Bahadîn ROBAR …………….…. 30
Stevie Smith / Kawa NEMIR……………….. 67
Sibe… / Arjen ARÎ ………………… …………….. 73
Bilbil divê gulê / Selahattîn ÇAM ………………………… 74
Nizanim çima / Îlhamî Ozer ……………………… 75
Kêmber / Gulizer……………….………..……… 76
Dayikên delal / Sîpan Xizan ………………………. 77
Çîroka gur û rovî / Berhevkar: Zozan BUDAK …………….. 78
Mehme Eliyê Bedlîsî û “Gulê Marûmê” / Hîlmî AKYOL……………..47

Dosye:
Ji Kela Siphiyê heta Stockholmê Axîneke ji Kezebê:
Lawikê Xerzî Mahmut Baksi / 34
Mahmut Baksi: Nexşeya jiyana kurdewarî / Salihê KEVIRBIRÎ…………. 36
Mahmut Baksi û sê romanên cuda  / Azad ZAL………………….39
Du xalên girîng: Klasîk û nû û afirîneriyeke çawa? / Yaqob Tilermenî  45
Sohbetên dostaniyê û Mahmut Baksi / Gabar Çiyan …………… 48
“Evîna welat di dilê min de ye” / Hevpeyvîn: Gabar Çiyan ……………51
Jiyana bi teqereq, mirinek e bêdeng / Helîm Yûsiv ………………56
Me bi kûraniya evîna te zanibû… / Kakşar Oremar …………… 57
Têkoşer, dildar û xebatkarekî azadiyê: M. Baksi / A. Çeko Jiyan …….. 61
Axx! Axîn û ax û ax / Serwet DENÎZ ……………………..63
Pirtûkên Mahmut Baksi /Kitêbxaneya Kurdî …………………. 65

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...