Ahenga rêzlêgirtinê bo70 saliya lêkolîner û rexnevan Heyder Omer

Elî Cefer
28. 02. 2022
Duh li bajarê Essen Elmanya di hola komela ( Hêlîn ) û ya ( Yekîtiya Giştî ya Nivîsevan û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ) ahenga pîrozkirina 70 saliya hevpîşeyê me lêkolîner Heyder Omer lidarket. Aheng ji layê herdu nivîsevan Dr. Mihemed Zeyno û Elî Cefer ve hatibû pilankirin.
Li ba miletên şûnketî û bindest piştî kesayetiyek, emekdarek û xizmetkarek diçe ser dilovaniya xwe, tê bîranîn û li ser ked û emekê wî tête nivisandin, lê miletên zindî hîn kesayetiyên xwe yê wusa di xweşî û jiyana wan de xelat dikin û ahengên rêzlêgirtinê bo wan lidar dixin. Bi vê çalakiya xwe, me xwest xwe nêzîkî miletên zindî bikin.
Ahenga me bi vî awayî derbas bû:
Destpêkê hevalê me Dr. M. Zeyno bi dilxweşî xêrhatina mêvanan kir. Pêre jî xudiyê vê nivîsê jînenîgariya Heyder Omer pêşkêş kir. Piştre Gotinên pîrozbahiyê hatin pêşkêş kirin, ew jî bi vî awayê jêrîn bûn:
– Nameyek pîrozbahiyê bi dengê rojnamevan û lêkolîner Dr. Ebdilmecîd Şêxo hat pêşkêşkirin. – Dr. Hikmet Şikakî gotinek pêşkêş kir. – Gotina Yekîtiya Giştî ya Nivîsevan û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ji layê Ilwan Şivan ve hat pêşkêş kirin. – Rêzdar romannivîs Helîm Yûsiv gotinek pêşkêş kir. – Gotina Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê rêzdar Selah Elemdarî pêşkêş kir. ( ENKS re jî hatibû vexwendin, lê amade nebûn?! ). – Nivîsevan û siyasetmedar Feteh Tîmer ( Bakurê Kurdistanê ) gotinek pêşkêş kir. – Nameya Pîrozbahiyê ya lêkolîner û helbestvan û wergêrê naskirî Calal Zangabadî ( Ji Başûrê Kurdistanê ) hat xwendin. – Nivîsevan û lêkolîner Idrîs Omer gotinek pêşkêş kir. – Çalakvanê naskirî Celal Minle Elî gotinek pêşkêş kir. – Derman-nas Kîbar Yûsiv gotinek pêşkêş kir. – Nivîsevan Ebdella Cindî ( ji Başûrê Kurdistanê ) gotinek pêşkêş kir. – Nivîsevan Baranê Cûmê gotinek pêşkêş kir. – Hunermenda şêwekar Cîhan Birahîn tabloyeke xwe yê ciwan û watedar diyarî Heyder Omer kir. – Hunermend Zubêr salih helbesta Milayê Cizîrî ya bi navê ( Sebahulxeyêrî Cana min ) istira. – Dr. Beşar Mistefa ji Berlînê (25) wêne yên nexşeya Kurdistanê, diyarî beşdaran kir. Ev nexşe bi awayê beş bû, ku zarok dikarin wan beşnan bidin kêlek hev, û nexşeyê jê peyda bikin.
Hêjayî gotinê ye ku çend nivîsevan û kesayetiyên dîtir nikarîbûn beşad bibin, lewra silavên xwe ji beşadran re rêkiribûn. Herweha kenala ( Rûdaw ) û ( Kurdistan 24 ) soz dabûn ku beşadar bibin, lê ji ber êrîşên dewleta Rûs li ser Ukranya peyanmêrên wan çûbûn Ukranyayê, vo lomê amade nebûn. Lê ragehêner rêvbirê kenala ( CODÌ4 ) Hesen Mecîd rêwresmên ahengê li ser kenala navborî zindî weşnd.
Gotina dawiyê ya hevpîşeyê me lêkolîner Heyder Omer bû. Ewî hemî pilankar, xeatkar, beşdar ên vê ahengê spas kirin, û hinekê li ser xebatên xwe yên nivîsînê, rewşa lêkolînên wêjeyî û dîrokî yên Kurd, û rewşa nivîsevanên Kurd axifî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…