Ji Evîna Rojên Kevin: Gelo Ew Bav û Diya Yilmaz Guney Bûn?

Konê Reş

Di bîranîna 38 saliya koçkirina Yilmaz Guney de/ 2022, ez li sala 1982an vegeryam, ew sala ku Yilmaz Guney bi filmê xwe (YOL), beşdarî di festîvala (Kan)ê ya sinemayê de, li Fransayê kir, Xelata Zêrîn stand û zulm, zor û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav kir.. hem jî ez li roja 9ê Îlûna 1984an vegeriyam, ev roja ku Yilmaz Guney ji berî 38 salan ve di nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir.
Van her du bûyerên şad û şîn, ez li wan xelkên Zazî yên ku di dawiya salên 1940î hatibûn gundê me Doda, vegerandim.. Erê.. ez li biçûkaniya xwe vegerandim.. Bi wê vegerê re gelek tişt û mişt hatin bîra min; gundê min Doda û çîrok û çîvanokên ku zilamên gund li ber dîwarên malan ji hev re digotin.. Gelek caran ez li kêleka wan zilaman rûdiniştim û min ji xwe re li wan guhdarî dikir..

 

  Wan zilaman ji hev re behsa Seferberlikê, mehciriya xelkên eşîra Hesen û Heyderan dikirin, behsa fermana fila dikirin û behsa sala xelkên Zazî yên ku di salên 1940î hatibûn gundê me Doda dikirin û ji hev re feqîrtî, belengazî û perîşaniya wan digotin û ew sal bi navê (Sala Zaziyan), bi nav dikirin. Ji gotinên wan zilaman li dor wan mehcirên Zaza ev bûn; “Di nav wan mehcirên xelkên Zaza de ku hatûn Doda, (Hemîd) hebû, navê jina wî (Gulo) bû û kurekî wan 10-12 salî hebû.. hejar û perîşan bûn.. Hemîd li tembûrê dixist.. stranên bi xem digotin.. Bi kurmancî nizanîbûn, bi zazakî û tirkî xeber didan.. Çend salekî li gund man û ber bi Mêrdîn, Wîranşar û Urfayê ve cûn.. Mezinê wan zaziyan navê wî Abdulqadir bû..”.
Gelo! Ew bav û diya Yilmaz Guney bûn? Û ew zarokê bi wan re Yilmaz Guney bixwe bû? Wek ku diyare, navê bavê Yilmaz Guney (Hemîd) e û navî diya wî (Gulê) ye.
Ji bo pêtir pêzanînan; dema ku serhildana Seyid Riza di sala 1937an de li Dersimê destpê kir û di encam de kemalîstan Seyid Riza û gelek ji şervanan azadiyê bidarvekirin, di encam de jî, ferman li ser serê kurdên Zaza rabû.. Hingî gelek ji wan, bi gunehê beşdariya şoreşê ji cih û warên xwe koçber bûn.. ji neçarî xwe li herêmên Kurdistanî yên aram girtin.. Hingî kurdên Sûriyê ji encama desthilatdaiya Fransîzan di nivaramiyê re derbas dibûn.. Û ew sînorê derbasbûna Rojavayê Kurdistanê ku roja îro di navbera Serxet û Binxetê de zor cetin û dijware, nebû.. Hingê mirov bi hêsanî dikarîbû ji Serxetê derbasî Binxetê bibe.. Gundê me Doda jî li ser sînor bû, di navbera Qamişlo û Amûdê de bû û dor 30 Km li Rojavyî Mêrdînê diket. Qaçaxî û çûn û hatina Serxet û Binxetê, têre derbas dibû.. Wê çaxê gelek ji penaberên Zaza, derbasî gundê me bibûn û lê diman.. Di nav wan zaziyên ku binxet bûn û li gundê me man Hemîd û kebaniya xwe Gulo û kurê xwe bûn. Ez dûr nabînim ku ew Hemîd û Gulo bav û diya Yilmaz Guney bin û ew zarokê bi wan re yilmaz Guney bi xwe be.
Yilmaz Guney: Di 1ê Nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîşan de mezin bibû. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçeyan ta bi sewterîbûna kolanên bajaran.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiribû.. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine.

Qamişlo, 1.11.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…